Ambargoya çekan a li ser Tirkiyeyê dikeve rojeva Meclîsa Nûneran

Meclîsa Nûneran a DYA wê Pêşnûmeya Erka Parastina Neteweyî (DNAA) binirxîne. Li gorî pêşnûmeyê, heta ku Pentagon li ser têkiliyên DYA-Tirkiyeyê raporê pêşkêşî kongreyê bike, wê firotina çekên mezin ji bo Tirkiyeyê raweste.

Komîsyona Xizmeta Çekdarî ya Meclîsa Nûneran ku baskê jêrîn ê Kongreya DYA ye, wê Qanûna Erka Parastina Neteweyî ya salane (NDAA) hefteya bê nîqaş bike.

NDAA erka li ser asta lêçûnên parastinê û şêweyê bikaranîna pere, mekanîzmayên kontrolê ava dike û lêçûnên leşkerî, nûjenkirin û tasfiyekirin ji her alî ve diyar dike.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Reutersê, heta ku Pentagon rapora li ser têkiliyên navbera DYA û Tirkiyeyê biqedîne û pêşkêş bike, ev pêşnûme qanûn nahêle ku çekên giran ên ji bo parastinê ji Tirkiyeyê re werin firotin.

Ji gorî NDAA bibe qanûn, gelek gav hatine avêtin. Piştî çend mehan eger Meclîsa Nûneran û Senato li ser li hev bikin, wê versiyona wê ya dawî pêşkêşî dengdanê were kirin.

RÛSYA DI HEDEFÊ DE YE

Di pêşnûmeyê de ji bo sala 2019'an budçeyek ji 717 milyar dolarî ji bo parastinê tê xwestin. Her wiha pêkanînên nû li ser pîşesaziya çekan a Rûsyayê, qedexekirina hevkariya leşkerî ya bi Rûsyayê re û veqeandina fonekî zêdetir ji şerê sîber ê bi Rûsyayê re di pêşnûmeyê de cih digirin.