Altûn: Krîza Îdlibê krîza Sûriye, Îran, Rûsya û Tirkiyeyê ye

Endamê Konseya Rêveberiya a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir ku Îdlib ji bo Sûriyeyê cihê diyarker e û got, mîada têkiliyên qirêj ên navbera Tirkiye, Îran, Rûsya û rejîmê qediya ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn, di beşa duyemîn a hevpeyvîna bi ANF'ê re mijarên; hevdîtinên navbera rêveberiya Şamê û MSD'ê, operasyoneke gengaz a li hemberî Îdlibê, rewşa Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û krîza Îranê nirxand.

Altûn diyar kir, pirsgirêka li Efrînê ne tenê pirsgirêka Sûriyeyê, di heman demê de pirsgirêka hevpar a hemû hêzên ku dest li Sûriyeyê werdane.

Altûn destnîşan kir ku Îdlib wê rewşa Sûriyeyê diyar bike û got, "Li Sûriyeyê 6-7 salan şer qewimî. Gelek têkilî, nakokî û tifaq derketin holê" û wiha dewam kir: "Li Sûriyeyê ji bilî QSD'ê gelek hêzên selefî yên biçûk û mezin hebûn. Ev hêzên ku weke mûxalefetê xwe bi nav dikirin li hin cihên Sûriyeyê serdest bûn. Ev hêz niha bi giranî têk çûne û hemû li herêma Îdlib-Cerablûsê hatine civandin. Li vê derê 100-150 hezar hêzên çekdar hene. Ev hemû bi esasî di bin sîwana Heyet Tehrîr El Şam de li hev civiyane. Berê gelek welat paşmêrê van hêzan bûn. Têkiliya Amerîkayê, Îsraîlê, Siûdî, Tirkiyeyê heta radeyekê bi wan re hebû. Ev têkilî bi demê re tenê ji Tirkiyeyê re ma. Ji bo ev hêz li Îdlibê bicivin, Tirkiyeyê li ser bingeha pêvajoya Astanayê gelekî hewl da. Li derveyî QSD'ê, hemû hêzên 'mûxalîf' li Îdlibê hatin civandin. Li herêmên din ên Sûriyeyê êdî mûxalefet nîne."

LI CIHÊN KU QSD LÊ SERDEST E, ÇARESERÎ BI DANÛSTANDINAN DIBE

Altûn işaret bi rewşa rejîmê jî kir û got, "Tevî ku ti hêza rejîmê nîne, hewl hate dayin ku bi desteka Îranê, Hîzbûllah û Rûsyayê bibe hêzek. Rejîm niha hêzeke pir mezin nîne. Hêza wê ya bejahî ji Hîzbûllah û Îranê pêk tê. Rejîm bi giranî li qada navneteweyî dîplomasiyê dike. Rûsya ji aliyê siyasî û leşkerî ve rejîmê li ser piyan digire... Lewma rejîma bi desteka Rûsya û Îranê veguheriye hêzekê. Lê belê ev hêz êdî serbixwe nîne û nikare xwe îfade bike. Îran û Rûsya bi navê rejîmê diaxive."

Riza Altûn anî ziman ku li aliyekî din jî nakokiyên Rûsya-Amerîkayê heye û wiha dewam kir: "Rûsya di ser Sûriyeyê re xwe rewa nîşan dide. Amerîka jî bi giranî bi têkiliyên xwe yên li Bakurê Sûriyeyê re dixwaze xwe rewa bike. Di navbera van herdu hêzan de hem têkilî heye, hem jî nakokî. Ev her du hêz bêyî ku bigihêjin asta şerê li dijî hev, hewl didin pirsgirêkê bi lêgerîn û têkiliyê çareser bikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji destpêkê ve hêzeke serbixwe ye û bi daxwaza Sûriyeyeke demokratîk, Sûriyeyeke federal tevdigere. Ji ber vê yekê li guhertina Sûriyeyê ya bi rêya danûstandinan vekiriye. Di pozîsyoneke xurt de ye. Herêmeke berfireh kontrol dike. Têkiliyên xwe yên navneteweyî jî ne biçûk e, xurt e.

Wê çaxê li Sûriyeyê pirsgirêkek wiha heye; Ya yekemîn, ji herêma ku hêzên QSD'ê lê serdest in pêvajoyeke hevgirtina Sûriyeyê dest pê bike. Ya duyemîn; Çareserkirina meseleya li Îdlibê. Nepêkan e ku meseleya li Îdlibê bi rêya danûstandinan were çareserkirin. Ji ber ku çavê hêzên li Îdlibê bi giranî li desthilatdariyê ye. Yanî ew hêz in ku dixwazin desthilatdariya heyî daxînin û li şûna wê bibin desthilatdar. Piraniya hêzên li Îdlibê weke 'terorîst' tên dîtin û bi ti awayî rewa nayên dîtin. Tevî ku rejîm û Rûsya qebûl dikin ku hinek ji van hêzan tevlî rejîmê bikin, lê civaka navneteweyî hemfikir e ku divê piraniya van hêzan bi şer bên tasfiyekirin."

Altûn diyar kir ku li Îdlibê pêvajoyeke zehmet li pêşiya aliyên şer e û destnîşan kir ku heta ev pirsgirêk bi pirsgirêka statuya Federasyona Bakurê Sûriyeyê neyê çareserkirin, nepêkan e ku ti hêz li Sûriyeyê bi bandor be.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bal kişand ser hin hevdîtinên navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rejîmê û got, "Ev yek dikare pêşî li pêvajoya danûstandinan veke. Weke pêşketinekê dikare bê dîtin. Hingî ev yek dikare bê fêhmkirin; li vê herêmê bi giranî di nava têkiliyeke ji bo çareseriya bi rêya danûstandinan de ye. Lê belê rewşa Îdlibê ne bi vî rengî ye. Îdlib bi rastî jî nuqteyeke bingehîn a şikestinê ye li Sûriyeyê."

ÎDLIB JI BO SÛRIYEYÊ CIHEKÎ DIYARKER E

Altûn got, eger rejîm bi rastî jî dixwaze bibe desthilatdar, divê Îdlibê kontrol bike û ev tespît kir: "Pêwîste ew hêzên çete yên li Îdlibê ji holê bên rakirin. Lê belê, eger hêza çete ya ji 150 hezar kesî ku li Îdlibê li hev kom bûne bibin xwedî wateyekê, divê ew jî şerê li dijî rejîmê bi rê û rêbazekê bidomîne. Peymanên beriya niha yên navbera Rûsya û Tirkiyeyê weke hevsengiya wê konjonkturê dihatin dîtin. Rûsya jî êdî vê hevsengiyê qebûl nake. Hêzên li Îdlibê di ser Helebê re car carna hewl didin li dijî rejîmê hin gavan biavêjin. Rejîm jî dixwaze dorê li Îdlibê bigire û hêzên li wê derê bi şêweyekî teslîm bigire, ya jî dîsa bi rêya Tirkiyeyê wan bînin nuqteyeke ku karibe teslîm bigire. Ev yek tê wê wateyê ku di her kêliyê de şer dikare biqewime.

Wê wextê Îdlib ji bo Sûriyeyê bi rastî jî cihekî diyarker e. Lê belê pirsgirêk ne tenê pirsgirêka çeteyên li Îdlibê û ya Sûriyeyê ye. Ev yek di heman demê de pirsgirêka Tirkiye û Îranê, Tirkiye û Rûsyayê, Tirkiye û rejîmê ye. Bazar û têkiliyên qirêj ên berê kiribûn dibe ku bi kêrî hinekan hatin. Vê têkiliya qirêj, bi derxistina hêzên selefî ji hin herêmên Sûriyeyê avantaj da Rûsya, Îran û rejîmê. Lê di berdêla vê de jî Efrîn radestî Tirkiyeyê hate kirin û ev yek bi kêrî Tirkiyeyê hat. Mîada vê têkiliya gemarî niha qediya ye. Ketine rewşeke welê ku gora xwe bi xwe dikolin. Hatine wê nuqteyê ku Tirkiye di ser Îdlibê re parekê ji bo xwe dixwaze, rejîm jî ji bo bibe desthilatdar divê Îdlibê fetih bike. Wê çaxê Tirkiye ketiye nava dorpêçeke welê ku ya wê çeteyan bifiroşe û ragihîne ku polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê bi temamî îflas kiriye, ya jî wê li pişt çeteyan bisekine û neçar bimîne li dijî rejîmê, Rûsya û Îranê şer bike. Her du jî ji bo Tirkiyeyê rêyeke girtî ye. Tirkiye ya wê bi şer hewl bide hebûna xwe ya li Sûriyeyê biparêze, ya jî wê bi teslîmkirina çeteyan dawî li hebûna xwe ya li Sûriyeyê bîne."

EGER PIRSGIRÊKA ÎDLIBÊ ÇARESER BIBE WÊ ÇARENÛSA SÛRIYEYÊ DIYAR BIBE

Altûn destnîşan kir ku Tirkiye ketiye rewşeke bi vî rengî û got, "Pirsgirêka Îdlibê çawa bê çareserkirin, çarenûsa Sûriyeyê jî wê li gorî wê diyar bibe. Îdlib heta niha yek ji gelek herêmên şer bû. Xûta çi bû, Îdlib jî weke wê bû. Lê niha Îdlib tê wateya Sûriyeyê. Hêzên dixwazin di paşeroja Sûriyeyê mafê xwe yê gotinê hebe, pêwîste di operasyona Îdlibê de ya jî piştî wê xwedî pozîsyoneke xurt bin. Tirkiye ne di rewşeke welê de ye ku ne di operasyona Îdlibê de xwedî roleke xurt be, ne jî piştî wê. Cihekî berfireh an jî potansiyela Tirkiyeyê di vê mijarê de nîne ku karibe manewrayê bike. Siyaseta ku li ser dijminatiya li Kurdan dimeşîne, ew anî vê nuqteyê ku tiştekî xwe bispêrê nemîne û bê ber îflasê."

HEBÛNA TIRKIYEYÊ YA LI EFRÎNÊ WÊ BIBE MIJARA NÎQAŞÊ; YPG WÊ TI CARÎ DEST JI EFRÎNÊ BERNEDE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bi vê ve girêdayî rewşa Efrînê nirxand: "Efrîn bêguman pirsgirêkeke girîng e. Ya rast dema em qala Îdlibê dikin mebesta me pirsgirêka wê xetê ye. Bêguman divê mirov bi temamî nekin yek. Pirsgirêka Efrînê pirsgirêkeke cuda ye. Efrîn dikeve çarçoveya nirxandinên ku me li ser Îdlibê kirine, lê di heman demê de divê Efrîn bi rewşa xwe ya xweser jî bê nirxandin. Dema ku Rûsya, Îran û rejîmê bi bikaranîna hêza Tirkiyeyê re xwestin dest deynin ser Efrînê, QSD'ê li dijî wan helwest nîşan dan. Tevî vê yekê lazim e ev qet neyê jibîrkirin; Di ketina Efrînê de ne tenê para Tirkiyeyê heye. Pêwîste di vî warî de şaşitî neyê kirin. Tirkiye, Rûsya, Îran û Rejîm hemû bi hev re li Efrînê sûcdar in. Di encama bazareke gemarî de Efrîn dan. Lê belê hêzên azadiyê yên li Efrînê li ber vê bazarê rabûn, li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan û ti carî dest ji berxwedana xwe bernedan. Berxwedan niha jî dewam dike. Hem helwesta xwe ya li dijî siyaseta van hêzan didomînin, hem jî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê têdikoşin. Di rewşeke wiha de wê hebûna Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li Efrînê di dema bê de çawa be? Bûyerên ku me qalê kir wê bandorê li Efrînê jî bikin. Hebûna Tirkiyeyê ya li Efrînê wê bibe mijara nîqaşê. Bêguman hêzên rejîmê wê bixwazin li şûna TC'ê li Efrînê bi cih bibin. Lê belê hêzên YPG'ê wê ti carî dest ji Efrînê bernedin. Ev yek wê rê li ber encameke çawa veke? Pratîk, têkilî û nakokiyên li wê xetê wê encamê diyar bike. Hingî divê mirov eniya Îdlibê bi rengekî bitûnî binirxînin."

ÎRAN NIHA HEDEFA BINGEHÎN E

Altûn di dewama hevpeyvîna xwe de rewşa Îranê jî nirand û destnîşan kir ku Îran niha li Rojhilat Navîn hedefa bingehîn e.

Altûn ev tespît li ser mijarê kir: "Tevî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dibêje 'em dikarin bi Îranê re hevdîtinê bikin', ev yek ji bo teslîmgirtinê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê nîne. Ji ber ku Îran bi vê zane, daxwaza hevdîtina Amerîkayê ya bêşert red kir. Ne ku ji ber xurt e red kir, nexêr. Ji ber ku bi niyeta Amerîkayê zane, red kir. Wê çaxê pirsgirêk gelekî giran e. Nakokiyên navbera Tirkiye û Amerîkayê çiqasî giran bin, yên Tirkiye û Îranê jî ewqasî cidî ne. Nakokiya navbera Tirkiye û Amerîkayê weke siyaseteke tengavkirin û teslîmgirtina Tirkiyeyê kûrtir dibe. Ji bo Îranê jî tê xwestin ku ji aliyê leşkerî, siyasî, dîplomatîk, bazirganî û li her qadê bê dorpêçkirin û bi şêweyekî entegreyî sîstema cîhanê bê kirin. Îranê helwesta xwe ya li hemberî vê yekê nîşan da. Lê ev jî tê wê wateyê ku Îran wê li Rojhilata Navîn gelekî tengav bibe. Li Yemenê, Kendavê, Lubnanê, li gelek cihan wê zehmetiyê bikişîne. Ji ber helwesta vekirî ya Yekîtiya Ereban, Îsraîl û Amerîkayê, Îranê gelekî tengav dike.

Li Îranê bi rastî jî pirsgirêk hene. Eger Îran pirsgirêkên xwe rast nebîne û çareseriyeke rast jê re peyda neke, destwerdana tê kirin wê bike ku Îran berdêlên giran bide. Dibe ku Îran karibe ji bo demeke kin li ber xwe bide. Lê belê ji do dema dirêj, zehmet e ku li hemberî operasyona bê kirin bi ser bikeve. Rêyeke bi tenê heye ku Îran dikare bi wî rengî pêşî li vê rewşê bigire; Îran pirsgirêkên xwe yên heyî baş bibîne û çareseriyeke rast peyda bike."

Riza Altûn got, Îran ya wê pirsgirêkên xwe yên civakî li ser bingeheke demokratîk çareser bike û li ser esasê yekîtiya Îranê Îraneke demokratîk derxîne holê, ya jî wê di bin zexta pirsgirêkên navxweyî û derve de ji hev bikeve.

Altûn destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha demokratîk wê Îranê xurt bike, wê destwerdana navneteweyî bitevizîne û wiha dewam kir: "Dest lê bê werdan jî wê karibe destwerdanê têk bibe. Eger vê neke û tenê rabe li dijî destwerdanê li ber xwe bide, dibe ku karibe şer bike û li ber xwe bide. Dibe ku li qada herêmê siyasetekê bike. Lê belê ji bo dema dirêj Îran bi tena serê xwe nikare bi sîstema cîhanê.

XETA AVRASYAYÊ NIKARE ÎRANÊ RIZGAR BIKE

Têkiliyên ku Îranê xwe spartiyê têkiliyên hevgirtî nînin. Mesela, xwe dispêre hin têkiliyên li ser xeta Avrasyayê, lê ev yek nikare wê rizgar bike. Têkiliya ku bi Rûsyayê re daniye nikare wê rizgar bike. Mîna li Tirkiyeyê, Rûsya nikare zêde bi kêrî Îranê were. Di têkiliyên konjonkturî de dibe ku bi hin awayî sûdê werbigirin. Dema ku mirov ji aliyê sîstam cîhanê ve binirxînin, ev têkilî di mijara taktîkî de dibe ku hinekî bêhnê bîne ber. Lê belê ji aliyê stratejîk ve ne tiştek e. Ji ber ku Rûsya jî ji aliyê aborî ve mîna Îranê di heman hedefê de ye. Yên ku niha ambargoyê datînin ser Îranê ew hêz in ku ambargoyê datînin ser Rûsya û Tirkiyeyê. Wê çaxê, zehmet e ku têkiliya bi hev re ya hêzên ku di hedefa ambargoyan de ye wan ji krîzan rizgar bike."

NE TIRKIYE NE JÎ ÎRAN DIKARIN BI DIJMINATIYA LI KURDAN JI KRÎZÊ RIZGAR BIBIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir ku ne Tirkiye, ne jî Îran dikarin bi înkarkirina Kurdan ji krîzê rizgar bibin û got, "Îranê ji bo parastina rejîma Sûriyeyê hemû hêza xwe bi kar anî. Kir ku rejîm li ser piyan bimîne. Lê belê hebûna Îranê ya li Sûriyeyê niha pirsgirêkeke mezin e. Tirkiye jî pirsgirêk e. Yên ku berê bi van re siyaset kirin, niha hebûna wan ji bo xwe weke pirsgirêkê dibînin. Yên ku Tirkiye xistin nava Sûriyeyê Rûsya û Îran bûn. Yê ku teşwîq kir Amerîka bû. Lê belê niha Amerîka jî li hebûn Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê dipirse. Rûsya jî. Tirkiye bûye belayê serê wan. Heman tişt ji bo Îranê jî derbas dibe. Hebûna Îranê ya li Sûriyeyê, zêde neyê ziman jî ji aliyê Rûsyayê ve bi sergirtî nayê xwestin. Amerîka û Îsraîl helwesteke zelal nîşan didin. Amerîka dibêje 'Heta ku Îran lê be, em ê ji Sûriyeyê dernekevin'. Baş e çi bi destê Îran û Tirkiyeyê ket? Tirkiyeyê bi dijminatiya li Kurdan çi bi dest xist? Ewqas mesrefa kir belasebep bû. Ev yek wê hînê bidome. Heta ku Tirkiye dijminatiyê li Kurdan bike, wê ev pirsgirêk girantir bibe. Îran jî heta ku pirsgirêka Kurd çareser neke, pirsgirêkên din ên civakî çareser neke wê ev pirsgirêkên wê girantir bibin."

BI ÎRANEKE DEMOKRATÎK PIRSGIRÊK DIKARIN WERIN ÇARESERKIRIN

Altûn da xuyakirin ku li Îranê pirsgirêkên civakî hene û diyar kir, eger li cihekî pirsgirêkên civakî hebin, li wir mûxalefeta civakî jî heye. Altûn got, "Mûxalefeta civakî ya li Îran û Tirkiyeyê, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, ji bo Îraneke demokratîk divê xwedî plan û proje bin. Rêya rast a çareseriya pirsgirêkan ev e."

Altûn diyar kir, yekane hêza bingehîn a ku krîzê çareser bike, dînamîkên civakî ye û got, "Komên olî, mezhebî, çandî, civakî, bi kurtasî dînamîkên civakî ne."