Aloziyên li Kendavê zêde dibin: DYE’yê ÎHA’ya Îranê xiste xwarê

DYE bi îdîaya ku balafireke keşfê ya bê mirov ya Îranê bi ‘awayekî xeternak’ nêzîkî keştiya Emerîka bûye, xistine xwarê.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokê DYE’yê Donald Trûmp ve hate dayîn, drona Îranê bi qasî navbereke hezar metreyî nêzî keştiya şer a DYE ya USS Boxerê bûye. Trûmp ragihand ku drona Îranê xistine xwarê.

Ev daxuyanî di demekê de ku aloziyên navbera Îranê û DYE’yê ya di asteke bilind de hatiye kirin.

Rejîma Îranê 20’ê Hezîranê li nêzî Tengava Hurmuzê balafireke keşfê ya bê mirov a DYE’yê xistibû xwarê. Ev bûyer, weke xeteriya şer a di  navbera her du welatan de tê nirxandin.

Îranê bi daxuyaniyekê diyarkiribû ku li Tengava Hurmuz keştiyekek ku petrolê bi ‘qaçax’ dibir û 12 personelê wê hebû dest daniye ser. 4’ê Tîrmehê jî rayedarên Îngilîz li peravên Cebelîtarik dest danîbûn ser tankereke petrolê ya Îranê.