Alkan: Heftanîn berxwedan e, bang e

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan: Heftanîn berxwedan e. Ev berxwedan banga gerîla ye ku li ciwanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dike, li her kesên ku dixwaze ji faşîzm, mêtingerî û dagirkeriyê rizgar bibin dike.

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan di salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de bersiv da pirsên nûçegihan Çinar Goktaş.

'BERXWEDANA PÎRBÛLA HÊJA YE KU ROMAN LI SER BÊ NIVÎSANDIN'

Di destpêka axaftina xwe de Ferîde Alkan, di şexsê fermandarê mezin ê Pêngava 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz de lehengên ku li Cenga Heftanînê tevlî karwanê nemiran bûn bi rêzdarî silav kir û got, "Weke ku raya gitşî û gelê me ji nêz ve dişopîne, Cenga Heftanînê rojeveke girîng afirand. Bi navê berxwedana gelê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê. Bi navê helwesta bi biryar a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gerîla ya li dijî dagirkeriyê. Du meh li pey xwe hiştiye. Du mehên ku bi têr û tijî derbas bû. Di demeke nêz de berxwedaneke destanî li Pîrbûlayê rû da, ku li ser gelekî dikare bê axaftin, fîlm dikare li ser bê çêkirin û roman bê nivîsandin.

Hevrêyeke me ya gerîla ya ciwan ku hîn 19 salî bû, leşkerên dijmin ên ku hewl dan xwe berdin nava herêma Pîrbûlayê, bi ruhê berxwedanê yê mezin pêşwazî kir. Bi êrişa ji 8 baskan a hevalan re 22 leşkerên dagirker tevî xayinan hatin tinekirin. 8 jî bi giranî birîndar bûn. Yên mayî jî bêyî li pişt xwe binerin reviyan, eşyayên xwe li pey xwe hiştin û herêm terikandin. Heta êvarê bi teknîkeke giran şerekî giran qewimî. Cenazeyên xwe bi rêya teknîkê karîbûn êvarê werbigirin. Bi şev jî êrişeke giran a hewayî kirin. Yekane şehîda vê berxwedanê heval Warşîn bû. Heval Warşîn destpêkê dijmin pêşwazî kir, heta ku hevrê bikevin pozîsyonê, wê fedakarî kir. Eger mirov du mehên derbasbûyî di şexsê vê bûyerê de binirxînin, hingî dikarin bêjin ku li Heftanînê pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk hate girtin ku dixwaze Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê dagir bike. Jê re hate gotin; tu nikare li gorî dilê xwe biçe her cihî. Tu dikare bi şerê taybet û psîkolojîk xwe gelekî xurt nîşanî civakê bide, tu diakre bêje ku ez ê biçim Misrê, Lîbyayê, Idlibê û Derya Spî, lê belê tu dikare bikeve deverên ku gerîlayên tevgera azadiyê ya Kurd lê ne."

'MODELA GERÎLAYÊN SERDEMA NÛ LI HEFTANÎNÊ TÊ BICIHANÎN'

Ferîde Alkan diyar kir ku rêbaza şer a du mehên dawî nîşaneya jinûve avabûna HPG'ê ye û got, "Pêvajoyeke nû dest pê kiriye ku em jê re profesyonelbûyî, gerîlatiya modern dibêjin. Ev model bi rengekî şênber li Heftanînê bi cih hatiye anîn. Bi taktîk, rêbaz û serweriya teknîkî re teknîka dijmin hatiye têkbirin."

Ferîde Alkan bal kişand ser rola jinê ya di vê demê de û got, "Di vê serdema gerîlatiya modern û profesyonelbûyî de, mîna tevahiya dîroka me ya şer, pêşengiya jinê, pêşeniya artêşa jinê YJA Star diyarker e."

Bi dewamî Ferîde Alkan got, "Cenga Heftanînê bi rastî jî qada cengê ye. Bi tilîliyan, bi wêrekî, bi gotina, 'Ev der Heftanîn' e' qada cengê ye. Sekneke welê ye ku êdî serî li ber koletiyê rakiriye, nahêle ku ev xaka pîroz ji aliyê dagirkerî û xiyanetê ve bê qirêjkirin. Çavkaniya vê seknê jî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo ye, xeta têkoşîna rêxistinbûyî û çekdarî ye ku di şexsê fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz de şênber bûye. Em ê bi rêya vê têkoşînê, gelê xwe, welatê xwe ji zilmê rizgar bikin."

'SENDROMA HEFTANÎNÊ'

Têkildarî bîlançoya şer a du mehên dawî de jî Ferîde Alkan diyar kir ku zêdeyî 300 leşkerên dagirker hatine kuştin û destnîşa kir ku li herêmê şerekî welê diqewime ku li devereke din a dinyayê neqewimiye."

Ferîde Alkan ragihand, ku ya ew dibînin di nava dagirkeran de sendromek çêbûye û got, "Ji peydanekirina xwarin û avêt heta bi hiştina cenazeyan li naverastê, sendromek heye ku leşker xwe didin pişt hev. Yên ku ev sendrom bi wan da kirin sekna gerîla ye ku modern bûye, profesyonel bûye û bûye xwedî rêbaz û taktîka vê yekê. Şerê berxwedana 2 mehan ê Cenga Heftanînê bi vî rengî bû."

'HEFTANÎN BERXWEDAN E, BANG E'

Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan got, "Heftanîn berxwedan e. Banga ji bo berxwedanê ye. Banga gerîla ya li ciwanên Kurdistan û Rojhilata Navîn e, banga li her kesên dixwazin ji faşîzm, mêtingerî, dagirkeriyê rizgar bibin. Banga li jin, ciwan û mêrên Kurdistanî ye ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Ji Başûr, ji Bakur tevlîbûneke girîng heye. Li gel vê yekê, berxwedana Heftanînê vê bangê li civaka me dike; 'netirsin, rabin ser piyan, bêjin êdî bes e'. Desthilatdariya heyî hewl dide bi tirsê desthilatdariya xwe mayinde bike. Bi şerê taybet û psîkolojîk vê mezin dikin, pêkanînên dewlet îstîxbarat û polîsan di meriyetê de ne. Berxwedana Heftanînê nîşan dide ku pêwîstî bi tirsê nîne, banga ji bo 'rabûna ser piyan' e. Banga 'rabe ser piyan, li ber faşîzmê rabe' li rewşenbîr, akademîsyen, jin, mêr, Elewî, antîkapîtalîst, Îslamiyê demokrat û tevahiya civakê dike. Ji bo vê pêwîste mirov yek bin, bi rêxistin bin, dest bidin hev. Banga wê yekê ye ku eger li ser vê bingehê rabin ser piyan wê faşîzm teqez bê têkbirin. Ev bang di serî de li jinan li tevahiya ciwanan û civakê hatiye kirin. Em di wê baweriyê de ne ku di sala têkoşînê ya azadiyê ya 37'an de bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê wê ev banga ji Heftanînê tê kirin di nava civaka me de bersiva xwe bibîne."

Ferîde Alkan di dawiya axaftina xwe de cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî û Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz kir.