AKP'ê bi helîkopterên leşkerî dest bi karê hilbijartinê kir

Li Elbakê HDP'ê zêdeyî 90 ji sedî yê dengan stendibû. Leşkerên Tirk avêtin ser gundên Elbakê û gef li keyayan xwarin ku divê ji gundan deng ji HDP'ê re dernekeve. Helîkopterên leşkerî jî li ser gundan digerin û hewl didin gundiyan bitirsînin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rêveberî, dadgerî, leşker û polîsan dest bi karê hilbijartinên herêmî kir. Navçeya Elbakê jî ji bo vî karê xwe weke navendekê hilbijartiye.

HDP'ê li Elbakê rekor şikandibû û 98 ji sedî yê dengan stendibû. Rejîma AKP'ê ji bo careke din li Elbakê nekeve heman rewşê, bi hemû sazî û hêzên dewletê dest bi karê hilbijartinê kir.

KARÊ JI SÊ QONAXAN PÊK TÊ

Di vê çarçoveyê de planeke ji sê qonaxan daniye pêşiya xwe:

* Destpêkê wê walîtî û qeymeqamî hewl bidin mirovên li herêmê qanih bikin.

* Leşker û cerdevan wê zextê li mirovên ku qanih nebûne bikin.

* Eger piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê bidomînin, vê carê wê dadgerî bikeve dewrê û ev kes bên destgîrkirin û girtin.

LI GUNDÊ ELBESÊ ÇEND GUNDÎ HATIN DESTGÎRKIRIN

Li gundê Elbesê rêjeya dengê HDP'ê 90 ji sedî ye. Lewma AKP diavêje ser gundan û gundiyan destgîr dike. Leşkerên rejîma AKP'ê avêtin ser du gundan û hin gundî di nava hefteyekê de sê caran destgîr kirin. Gundî li gorî lîsteya ku cerdevan didin, tên destgîrkirin. Li gorî agahiyan, leşkeran di dema destgîrkirinê de ji gundiyan re gotin, 'Ev yek hîn destpêk e' û gef li wan xwarine. Her wiha helîkopterên leşkerî jî li ser gundan digerin.

WALÎ Û QEYMEQAM NÎNE!

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bi bîr xist ku di her hilbijartinê de ew li Elbakê dibin partiya yekemîn a serketî û got, keya hatine tasfiyekirin, gef tê xwarin û mirov tên destgîrkirin. Sarisaç gefa AKP'ê ya bi 'tayînkirina qeyûm' bi bîr xist û got, "Êdî walî û qeymeqam nîne. Tenê qeyûm heye. Ew jî weke serokên AKP'ê yên bajar û navçeyan dixebitin. Dewleta ku li hemberî me ye, dewleteke riziyayî ye ku li gorî pîvanên xwe jî tevnagere. Hayrî Kozakli salên 90'î gotibû, 'Mîna ku hûn li maça neteweyî temaşe dikin, li kiryarên me yên li wir temaşe bikin'. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku dijminatiyê li Kurdan dike, ji bo HDP bi ser nekeve çi jê bê wê bike."