Akar û Fîdan berê xwe dan Rûsyayê

Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Orgeneral Akar û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan wê bi Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Rûsyayê Orgeneral Gerasîmov re rûnên.

Amadekariyên dagirkirinê û gefên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê dewam dikin. Di demeke wiha de Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Orgeneral Hûlûsî Akar û Musteşarê Mîtê Hakan Fîdan serdaneke balkêş kirin. Akadar û Fîdan berê xwe dan Rûsyayê ji bo bi Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Rûsyayê Orgeneral Walerî Gerasîmov re rûnên.

Hat ragihandin ku di serdanê de wê mijarên "ewlekariya herêmî, rewşa dawî ya li Sûriyeyê û pêvajoya Astana/Cenevreyê' werin nirxandin.