Afetên xwezayî bi du qatî zêde bûn

Ji bo pêşî li germahiya global were girtin, welatên cîhanê dikin nakin li ser tedbîran li hev nakin. Ji ber vê yekê jî xisarên ji ber afetên xwezayî rû didin sal bi sal zêde dibin.

Li gorî daneyên Ofîsa Kêmkirina Rîska Afetê ya Neteweyên Yekbûyî (UNISDR), maliyeta afetên xwezayî yên 20 salên dawî herî kêm 1,9 trilyon euro ye. Ev yek jî tê wê wateyê ku zerara rû daye, li gorî 20 salên berê bi du qatî zêde bûye.

Di raporê de hate bibîrxistin, di navbera salên 1978-1997'an de hejmara afetên xwezayî yên ji ber avhewayê rû dan, salane derdora 165 bû. Lê belê di navbera salên 1998-2017'an de ev hejmar bû 329. Di nava 20 salên dawî de 1,3 milyon kes ji ber afetên xwezayî jiyana xwe ji dest dan. 44 ji sedî yê van qurbaniyan di encama afetên ji ber avhewayê jiyana xwe ji dest dan.

4,4 MILYAR MIROV JI CIH Û WARÊ XWE BÛN

li gorî rapora UNISDR'ê, 20 salên dawî 4,4 milyar mirov ji ber afetên xwezayî ji malên xwe bûn. Bi dehan milyon mirov jî birîndar bûn. 94 ji sedî yê van mirovan ketin bin bandora afetên xwezayî yên ji ber sedemên avhewayê rû dan.

Welatê ku herî zêde ji ber afetên xwezayî xisara madî lê bû, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Lê belê ev yek bi giranî ji ber zêdebûna buhayê milkên li vî welatî bûye. Tê gotin, xisara herî mezin li welatên xizan bûye.