Aboriya Ewropayê serûbin bû

Tê diyarkirin heta demeke nêz kontrola şewbê zehmet e û aboriyên Ewropayê derbeke giran xwarin.

Tabloyên derbarê aboriya Ewropayê rewşeke reşbîn derdixe holê.

Gelek welatan ji bo pêşiya hilweşandinê bigirin, planên xwe sist kirin. Tê diyarkirin ku ev sistkirin dibe ku rê li ber pêleke duyemîn veke.

Li Fransayê ji sala 1949’an û vir ve dahata neteweyî herî zêde di vê demê de kêm bûye. Aboriya Îspanyayê jî ji sedî 5,2 kêm bûye ya Îtalyayê jî ji sedî 4,7 e.

Li Elmanyayê bêkarî ji sedî 13,2 zêde bûye.

Li DYE’yê jî piştî geşbûna 10 salan a li ser hev, di sê mehên pêşîn ên salê de ji sedî 4,8 daketin pêk hatiye.