Ûmût Kartal: Dewletê tol ji kekê min hilanî

Yek ji girtiyên nexweş Vefa Kartal ji ber kiryarên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da. Birayê wî Ûmût Kartal diyar kir, dewletê tola berxwedana rojiya mirinê ya 96 rojî ji kekê wî hilanî ye.

Ûmût Kartal bi bîr xist ku birayê wî Vefa Kartal sala 2018'an li dijî binpêkirina mafên mirovan 96 rojan kete rojiya mirinê û piştî 4 mehan li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kete nava şert û mercên girantir. Kartal diyar kir, ku ij ber vîrûsê ji meha Adarê ve nekariye kekê xwe bibîne û got, "Dewletê tola rojiya mirinê ya 96 rojan ji kekê min hilanî."

Ûmût Kartal 30'ê Gulana 202'an saet di 19:00 de hîn bû ku kekê wî Vefa Kartal jiyana xwe ji dest daye. Ûmût Kartal ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew hîn nizanin ku kekê wî yê 42 salî ji ber çi wefat kiriye, li benda rapora otopsiyê ne. Kartal diyar kir ku kekê wî yê ku 24 sal bû girtî bû, bi nexweşiyên ulser, hepatît B, pirsgirêkên tenduristiyê yên roviyan bû, lê belê tevî vê yekê jî bi têrkerî nehate tedawîkirin.

Kartal ragihand ku kekê wî Vefa Kartal ji ber binpêkirina mafên mirovan di sala 2018'an de li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê 96 rojan kete rojiya mirinê, lê belê piştî rojiya mirinê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ew xistin nava şert û mercên girantir.

Kartal diyar kir ku ji ber şewbê ji meha Adarê ve wî nekariye serdana kekê xwe bike û got, "Dewletê tola rojiya mirinê ya 96 rojî ji kekê min hilanî. Pirsgirêkên tenduristiyê yên kekê min dema dawî giran bûn, lê me agahiyên berfireh nekarî werbigirin."

Kartal diyar kir ku ti eleqeya mirina kekê wî bi vîrûsê re nîne, ji ber pirsgirêkên berê yên tenduristiyê bû û ragihand ku dema ji bo wergirtina cenaze çûn wê hîn bibin ku ji ber çi jiyana xwe ji dest da.