Ûkrayna dawî li yasaya rewşa awarte anî

Serokkomarê Ûkrayna Petro Poroşenko yasaya rewşa awarte ya piştî aloziyên bi Rûsyayê re rûdayî ku di dawiya meha Mijdarê de li herêmên sînor dabûn pêkanîn bi dawî kir.

Serokkomarê Ûkranya, di dama li gel rêveberên leşkerî hevdîtinek pêk danî de, got: “Îro saet 14:00’an de yasaya rewşa awarte radibe.”

Ûkrayna li herêmên sînor û peravê wê 30 rojan rewşa awarte îlankiribû. Ev pêvajo wê roja Çarşema bê bi dawî bibe.

Rûsya 25’ê Mijdarê li peravên Kirimê destdanîbûn ser 3 keşiyên şer ên Ûkraynayê, 25 personelên keştiyê destgîrkiribûn. Rêveberiya Rûsya Ûkrayna bi derbaskirina sînorên wan sûcdar kiribû.

Piştî van aloziyên li ser behrê qewimîbûn û şûnde Petro Poroşenko Rûsya bi zêdekirina leşkeran a li ser sînor sûcdar kiribû û hişyariya topyekûn a şer kiribû.