Ûgûr Şakar ji bo Ocalan xwe şewitand

Kurdê bi navê Ûgûr Şakar li bajarê Krîefeldê ya Elmanyayê saet di 10.00’an de li pêşiya dadgehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitand.

Kurdê bi navê Ûgûr Şakar li bajarê Krîefeldê ya Elmanyayê saet di 10.00’an de li pêşiya dadgehê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitand. Ûğûr Şakar li ser 40 salî ye û ji Dêrsimê ye.

Şakar li pêşiya dadgehê benzîn li xwe kir û xwe şewitand. Şakar rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî krîtîk e.

Şakar beriya ku xwe bişewitîne, saet di 09.00’an de nameyek da hevalê xwe.

NAMEYA ŞAKAR

Şakar di nameya xwe de qala van tiştan kir:

“Rêhevalên hêja

Ez tecrîda li ser Rêber Apo protesto dikim û ez rêhevalên xwe yên çalakger silav dikim, ên ku bi qasî li oxira wê bimirin, ji jiyanê hez dikin.

Tevgera PKK’ê felsefeya ‘berxwedan jiyan e’ hînî me kir. Em li ku derê bin, divê em li ber xwe didin. Ez bawer im li hemberî hêzên ku dixwazin bi komploya navneteweyî hewl didin gelê Kurd ji holê rakin, ez ê çalakiyeke mezin pêk bînim.

Ez welatên Ewropayê yên ku qaşo dergûşa demokrasiyê ne jî, protesto dikim.

Ez modernîteya kapîtalîst jî protesto dikim a ku çav, guh û zimanê rêhevalên min ên li pêşiya CPT’ê digirin.

Ez şîddeta polîsên Elmanyayê û zextên li ser Kurdan nalet dikim.

Ji dêvila ku em ê wekî koleyan bijîn, ez bang li hemû Kurdan dikim ku em ji bo jiyana azad şer bikin.

Em ê bi ser bikebin.

Em li dora çalakgerên greva birçîbûnê bibin xeleq ên ku li dora Rêbertiya me bûne xeleq.

Bê Serok jiyan nabe.

Bijî Serok Apo.

Heval Ûgûr.”