Şîrketa Tirk Belçîka xapand: 5 milyon maske winda ne!

Şîrketeke Tirkiyeyî ku diviyabû heta roja Yekşemê 5 milyon maske radestî Belçîkayê bikira, kete ber lêpirsînê. Rayedar dibêjin, radestkirina masekeyan zehmet e.

Li gorî medya Belçîkayê heta dawiya vê hefteyê 5 milyon maske dihate payin bên radestkirin. Lê belê maske nehatin û ji bo hatinê jî işaretek nîne. Têkildarî şîrketa Tirkiyeyî ku diviyabû maske radest bikira lêpirsînê dest pê kir.

Hate ragihandin ku Belçîkayê bi 5 milyon Euroyî materyalên parastinê kiriye ku maske jî di nav de û 3.5 milyon Euro yê vî pereyî radest kiriye. Ev materyal ji bo doktoran û nexweşxaneyan bû. Beriya çend hefteyan ev yek hatibû kirin.

Edaleta Belçîkayê bi fikar e ku şîrketa Tirk ew xapandiye. Tê gotin, dibe ku şîrketa Tirk maske dabe muşteriyekî din ku hîn bêhtir pere da wan.

Li gorî rojnameya Het Nîeûwsbladê, kargoya ku maske tê de bû li peravên Trîeste ya Îtalyayê winda bû.

Wezîra Tenduristiyê Maggîe de Block diyar kir ku şensê hatina maskeyan gelekî kêm e û anî ziman ku ew hewl didin ji çavkaniyên cuda van materyalan peyda bikin.