Şêwirmendê ku Ebadî ew ji peywirê xistibû, namzet hate nîşandan

Musteşarê Ewlehiya Neteweyî û Serokê Haşdî Şabî Falih Beyaz ê ku Serokwezîrê Iraqê ew ji peywirê xistibû ji aliyê hin rayedarên Koalîsyona Nasir ji bo serokwezîriyê namzet hate nîşandan.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî duh Musteşarê Ewlehiya Neteweyî û Serokê Haşdî Şabî Falih Beyaz ji peywirê stend. Ebadî diyar kiribû ku Feyaz di warê siyasî de alîgiriyan dike û ji ber vê sedemê ew ji peywirê xistibû.

DESTEYA WEZÎRAN JÎ ERÊ KIR

Dîwana Desteya Wezîran jî bi daxuyaniyekê piştgirî dabû biryara Ebadî. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku, “Peywira Falih Beyaz ne li gorî siyasetê ye. Ev biryar li gorî Destûra Bingehîn e jî. Ji ber ku di Destûra Bingehîn de hin xal hene ku divê peywirdarên ewlehiyê bi awayekî çalak ne di nav siyasetê de bin.”

Koalîsyona Fetîh jî diyar kiribû ku ev biryar li dijî Destûra Bingehîn e û Ebadî li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigere.

KOALÎSYONA NASIR FALIH BEYAZ NAMZET NÎŞAN DA

Falih Beyaz ê ku Abadî ew ji peywirê xistibû, piştî ku 24 saet derbas nebû ji nav Koalîsyona Nasir ji bo serokwezîriyê namzet hate nîşandan.

Hin rayedarên payebilind ên Koalîsyona Nasir daxuyanî dan û got ku, “Em bawer dikin ku Falih Feyaz dikare di hikumeta nû de serokwezîrtiyê bike.”