Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Şewba Ebolayê: Li Kongoyê di nava hefteyekê de 50 kes mirin

Ji ber şewba Ebola ya li Komara Kongo ya Demokratîk di nava hefteyekê de zêdetirî 50 kes mirin.

Li gorî bîlançoya dawî ya meqamên tenduristî ya Komara Kongo ya Demokratîk a roja Çarşemê dayî, di nava hefteyekê de 52 kes mirin.

Şewba ji Tebaxa 2018’an û vir ve destpê kirî 2 hezar û 50 kes mirine, bi giştî 3 hezar û 49 bûyer hatine tesbîtkirin.

Di tevahiya şewbê de 200 hezar kes hatine aşîkirin. Di rewşa heyî de vîrusa Ebolayê li sê eyaletên dikevin rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk. Ev sê eyalet wiha ne; Nord-Kîvû, Îtûrî û Sûd-Kîvû ne. Şewb belavî Ûganda jî bû.

Şewba nû ya Ebolayê ku ji 1’ê Tebaxa sala borî ya li Komara Kongo ya Demokratîk destpê kir, ji sala 1976’an ve bû cara dehan a şewb belav dibe. Hate ragihandin ku şewba Ebola ya di dîrokê de ya duyemîn e. Şewba Ebola ya sala 2014’an belavî Lîbya, Gîne û Sîerra Leonê û heta gihişte Efrîqaya Rojava 11 hezar kes mirin.

Li gorî rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF), li Komara Kongo ya Demokratîk ji meha Çileyê heta Tebaxê di nava heft mehan de zêdeyî 2700 kes ji ber nexweşiya sorikê mirin.