Şewata li Portekîzê didome

Şewata ku li herêma navîn a Portekîzê rû da ji ber bayê dijwar û ziwatiyê nayê vemirandin.

Şewata ku li herêma navîn a Portekîzê rû da didome. Tevî ku 1700 wezîfedarên arkujiyê bi rojane hewl didin şewatê vemirînin, li herêma ku germahî gihîştiye 35 pileyî ji ber bayê dijwar li hin deveran vemirandina şewatê nepêkan e.

Ji ber ku berê ba timî diguhere şewat jî li derdorê belav dibe.

Fermandarê parastina sivîl a herêmê Lûîs Belo Costa got, "Şewat ji ber dijwariya ba bêhtir mezin bû û rewşa ji ber vê yekê jî cidî ye." Fermandar Costa diyar kir ku ji ber agir gelek avahî şewitîne.

Gundiyên ku şewat gihîştiye gundên wan hewl didin bi şîtil û xortûmên avê şewatê vemirînin.

Derdora 20 balafir û helîkopterên arkujiyê û 500 wesayitên vemirandina şewatê tevlî hewldanên ji bo vemirandina şewatê bûne. Her wiha 1700 arkuj jî dixebitin.

Ji ber şewatê heta niha 30 kes birîndar bûne ku rewşa yekî ji wan giran e.