Şewata li otela 'fûhûşê' ya Beyoglûyê Yekîneya Tolhildanê girte ser xwe

Li navçeya Beyoglû ya Stenbolê di 19'ê Çileyê de otelek şewitî bû. Komeke bi navê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed berpirsyariya çalakiyê anî ser xwe.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Amed Soro daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku oteleke çar qatî ya li Beyoglûyê bi çalakiyekê hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Endamên me yên Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed ji bo bîranîna şehîdên Berxwedana Xweserêveberiyê di 19'ê Çileyê de li taxa Huseyînaga ya navçeya Beygolû ya Stenbolê li otelekê çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de otela ji 4 qatî şewitî."

Yekîneya Tolhildanê ragihand ku ji ber ku li wê otelê zexta fûhûşê li jinan dihate kirin wan çalakî li dij kirine. Yekîneya Tolhildanê diyar kir ku wan di vê mijarê de beriya niha hişyarî dabûn xwediyê otelê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Di daxuyaniya xwe ya beriya niha de me ragihandibûn ku em ê tola operasyonên leşkerî û siyasî yên deshtilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hilînin. Divê her kes zanibin ku ev çalakiyên me tenê çend çirûskên agirê me yê tolhildanê ye. Di serî de şehîdên berxwedana xwerêveberiyê em careke din soz didin ku em ê tola şehadet û êşên gelên Kurdistanê hemûyan hilînin."