Şewata li Kalîforniyayê didome

Şewata li du nuqteyên bakurê eyaleta Kalîforniya yê DYA’yê, di dîroka eyaletê de şewata herî mezin e.

Li başûrê DYA’yê li eyaleta Kalîforniyayê roja Dûşemê li 2 nuqteyan şewatek mezin derket û di şewatê de 2 kes  mirin.

Di herdu şewatan de 114 hezar û 850 donim bû xwelî. Herêma ku şewitî herêmeke qasî mezinbûna bajarê Los Angeles e.

Xizmeta têkoşîna li dijî şewatê ya Kalîforniya Calfîre ragihand ku sedî 30’ê şewatê hatiye kontrolkirin.

Di şewata Kanûna 2017’an a li Mendocîno Complexê 114 hezar û 78 donim şewitîbû.

Di şewata Carr ya li bakurê Kalîforniyayê de jî 7 kesan jiyana xwe ji dest da, nêzî 1600 avahî şewitîbûn. Sedî 45’ê şewatê jî hate kontrol kirin.

Ji ber şewata Fergûson parka netewî ya Yosemît hate girtin. Sedî 38’ê şewatê hate kontrolkirin.

Ji ber van şewatan bi hezaran kes hatin tehliyekirin, zêdetirî 14 hezar agirkûj ji bo vemirandina şewatê kar dikin.