Şervanên YPJ'ê 'darên azadî û hebûnê' çandin

Şervanên YPJ'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 7'an a damezrandina YPJ'ê bi çandina daran pîroz kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doh kete sala 71'ê. 4'ê Nîsanê di heman demê de salvegera 7'an a damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bû.

Şervanên YPJ'ê tevî fermandarên xwe bi wesîleya rojê merasîmek pêk anîn.

Merasîm bi beşdariya gelek şervan û fermandara YPJ'ê ya herêma Cizîrê Rojda Şiyar pêk hat.

Fermandar Rojda Şiyar ji şervanan re axivî û 4'ê Nîsanê li gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Fermandar Rojda Şiyar got, "Rojbûna 71'ê ya Serok, ji bo me rojbûna mirovahiyê ye, rojbûna tevahiya gelê Kurd e. Rojbûna Rojhilata Navîn giştî ye, ya mirovahiyê ye. Rojbûna Rêber Apo ji bo jinan bû mîladeteke nû. Hem bi Rojbûna Serok Apo hem jî bi îlankirina YPJ'ê re mîlada tevahiya jinan e. Ji ber ku bi Serok re xwe nas kir. Rêber Apo niha li nava çar dîwaran jî be, em li vir hestên xwe, fikrê xwe bi wî re dikin yek. Lewma em dibêjin "Bê Serok jiyan nabe."

Şervanan piştre bi wesîleya rojê şitlê daran şandin.

Şervaneke YPJ'ê li ser armanca xwe ya çandina daran got, "Rojbûna Serokatî ne rojbûna kesayetekî bi tenê ye, rojbûna hemû mirovahiyê ye, hemû mirovên azad in. Em weke YPJ îro salvegera YPJ'ê ye. Em di vê rojê de darên azadî û hebûnê diçînin."

Şervanên YPJ'ê piştre li hev rûniştin û bi stranan şahiyek pêk anîn.