Şervanên Cenga Mezin: Serketin wê para me be

Me îro jî berê xwe dan rojavayê Reqayê. Em diçin qadên şer. Şervanên ku di rê dem em li hev rast hatin gotin, "Çete dîn û har bûne."

Îro dîsa me berê xwe da eniya rojava ya Reqayê. Beriya ku em biçin şervanan bi henekî ji me re gotin ku çete har bûne. Ji ber cejnê dixwazin di vê rojê de werin kuştin, da ku biçin bihiştê. Ev gotin her çendî henek be jî, lê li gorî îdeolojiya DAIŞ'ê, ku serê endamên xwe bi van gotinan tişî dikin û wan dişînin mirinê rastiyek xwe heye. 

Em bi rê ketin berê me li taxa Alberîd bû. Di navbera taxa Al Sebahiyê û Al Berîd û Romaniyê de cihek bê mal heye. Mecbûr divê di wir re em derbas bin, ew jî şervanan navê kuna guleyên sekvanên DAIŞ lêkirine. Di rê de şervanek bi me re bû û got heval baldar bin, sekvan li vir hene. Ez bixwe nizam çima ew şervan ev gotin ji me re kir. Em ne dizanin xwe xwar bikin an jî rast bikin. Bi kelecaniya ku gule di laşê me re derbas dibe em gihiştin nuqteyek dawî ya taxa Al Romaniyê û destpêka taxa Al Berîd. Şerekî  dijwar li taxa Al Berîd hebû. Çeteyan ji şevê ve bi erebeya bombekirî û kom bi kom êrîş biribûn ser nuqteyên şervanên QSD’ê. Hin ji çeteyan hatibûn kuştin û komek jî hê li taxê bû.

Balafirên koalisyonê jî li çeteyan dide. Dûxan bi ser taxê ve dikeve. Şervanan ji me re gotin  cebilexaneya çeteyan diteqe. Komek ji şervanan dikire teqwiye biçe pêş, lê şervanan li hev nedikir, her kesî dixwest biçe. Fermandar Zîlan bi wê komê re eleqedar bibû ku digotin du şervanên QSD'ê birîndar bûne. Ew û çete ketine nav hev, lewma pir hesas tevdigeriyan. 

Dengê çeteyan ji dûr ve dihat hawarî hev dikirin. Komek rojnamevanên biyanî jî bi me re bûn. H.Zîlan li ser bêtêlê gazî wesayita zirxî ya bi navê dûpişkê kir û ferman da ku em vegerin. Li ser bêtêlê deng dihat ku ew çeteyên êrîşkar hinek hatine kuştin û hinek reviyane.

Ev der Reqa ye, li vir cengekeke mezin heye û qet ne diyar e kengî çi biqewime. Bi hezaran jin û mêr, ji bo serketinekê diyarî mirovahiyê bikin, amade ne ku canê xwe feda bikin. Şervanên ku em danîn herêmên ewle wiha ji me re gotin: Silavan li gelê me bikin, mîna ku me soz daye, serketin wê ya me be.