Şervanê YBŞ’ê Egîd Şengalî hate bibîranîn

Şervanê YBŞ’ê Egîd Şengalî yê sala 2019’an de di encama êrîşa balafirên bê mirov ên dewleta tirk de şehîd bibû yekemîn sersala wî de hate bibîranîn.

Şervanê YBŞ’ê Ezîz Salih bi nasnav Egîd Şengalî di yekemîn salvegera şahadeta wî de hate bibîranîn. Şengalî, meha Mijdarê ya sala 2019’an di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk ên bê mirov ku li komalgeha Xanesor a Şenalê pêk hatî de birînda bibû û 20’ê mijdarê li nexweşxaneyê şehîd bibû. Bi boneya salvegera şahadeta wî îro li Komalgeha Duhola ya Şengalê kon hat vedan û sersala wî hat dayîn, hat bibîranîn. Li gorî baweriya Êzidiyatiyê dema kesek jiyana xwe ji dest bide, yan jî şehîd bibe yekemîn salvegera wî/ê de (Mêr 9 meh, jin 8 meh di ser wefatê re derbas bibe) sersala wî/ê tê dayîn.

Konê Sersalê yê Egîd Şingalî li ber mala wî ya li Komalgeha Duhola ya Şengalê hat vedan. Sazî û dezgehên Şengalê, YBŞ-YŞJ, Asayîşa Êzidxanê, hevrêyên wî, malbat û xelkê Şengalê tevlî merasîma sersalê bûn.

Merasîma bi rêzgirtinê destpê kirî bi axaftina nûnerên saziyan dewam kir. Li  ser navê YBŞ’ê, Rêber Şengalî axivî û di kesayetiya Şehîd Egîd Şengalî de dilsoziya xwe ya bîranîn û xeta şehîdan anî ziman û diyar kir ku weke hêza YBŞ û YJŞ dê di her şert û mercî de li ser nirxên şehîdên wan afirandî têkoşîn bikin û li dijî her cure êrîşan bisekinin.  Rêber Şengalî da zanîn ku îro gelê Şengalê bi saya bedêl û nirxên ku şehîdan afirandî li ser xaka xwe bi azad dijîn û lewre divê her tim bîranîn û têkoşîna wan zindî bê hiştin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelîl Saleh, li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Xwedêda Elyas, Li ser navê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Mûrad, li ser navê malbata şehîd jî Salih Êzdîn derketin ser dikê û li ser wate û girîngiya rojê, nirx û rêgezên şehîdan axivîn û dilsoziya xwe ya bi bîranîn û xeta wan a têkoşînê re anîn ziman.

Herî dawî bavê şehîd Egîd Şengalî Saleh Êzdîn xêrhatina beşdarvan û mêvanan a merasîmê kir û diyar kir ku şehîd nirxên wan ên hevpar in lewre dê li ser nirxên şehîdên wan afirandî bimeşin. 

Li ser navê YBŞ’ ê hevrêyê Egîd Şengalî, Şoreş Tilizêr ji ajansa me re axivî û bal kişand ser têkoşîn û kesayetiya dilpak a Egîd Şengalî. Tilizêr diyar kir ku Egîd Şengalî hêj di temenê xwe yê biçûk de ji bo parastina nirx û civaka xwe kete nav refên têkoşînê û li dijî êrîşên li ser civakê sekiniye. Tilizêr: “Em di kesayetiya hevalê Egîd de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minet bibîr tînin û dilsoziya xwe ya xeta wan re tînin ziman. Em ê heta dawiyê li ser xeta wan afirandî bimeşin û bibin şopdarê riya wa.

Hevalê Egîd hêj di temenê xwe yê biçûk de ji bo tola gelê me û parastina nirx û baweriyên civaka me tevlî refên YBŞ-YJŞ’ê bû.  Hevalê Egîd bi sekn û kesayetiya xwe, bi hêrs û kîna xwe ya li hemberî dijmin, ji bo me hemû hevrêyan mînak bû.

Hevalê Egîd, bi coş û moralekî bilind tevlî her pêngav û xebatên leşkerî yên li herêma şengalê bû û nirxên gelê xwe parast, nûnertiyeke baş a nasnameya YBŞ-YJŞ’ê kir. Bi vî awayî jî gihaşt şahadetê.

Gelê me di encama van ked û bedelan ku şehîdên me didin li ser xaka xwe azad bijî, vegere ser war û erdê xwe, bi civaka xwe re li ser çanda xwe bijî.

Em jî weke hevrêyên wan heta dawiyê li ser xeta şehîdên me çi erk û berpirsyarî kete ser milên me em ê pêk bînin.”

Li ser navê asayîşa êzidxanê jî Hekîm Hesen jî ji asansa me re axivî. Hesen, di kesayetiya Egîd Şengalî de bi bîranîna şehîdên 74 fermanan dest bi axaftina xwe kir û dilsoziya xwe anî ziman. Hesen; “Em di kesayetiya Şehîd Egîd de tevahiya şehîdên xwe bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Çi YBŞ-YJŞ, çi Asayîşa êzidxanê bi tevahî hêzên leşkerî û ewlehî ve em soz didin şehîdên xwe ku em ê li se xet û mîrateya wan a têkoşînê xwedî li nirx û destkeftiyên gelê xwe derkevin. Em ê li pey doza şehîdên xwe bin.”

Bavê Egîd Şengalî, Saleh Êzdîn jî ji ajansa me re axivî. Êzdîn, di kesayetiya kurê xwe Egîd Şengalî de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn. Êzdîn, “îro salvegera şehadeta Şehîd Egîd bû ku em jê re dibêjin sersal. Me bi gelê xwe re sersala wî li gundê Duhola li cihê dayikbûna wî merasîma sersala wî çêkir. Hemû sazî û dezgehên şenalê, yên Meclîsa Xwesertevlî merasîma sersala Egîd bûn. Hêzên YBŞ-YJŞ, asayîşa Êzidxanê, TAJÊ, Ciwanên Êzidî hemû beşdar bûn.

Du roj in xelkê me, kal û pîr jin û mêr û xor û ciwan ev du roj in di nav liv û tevgerê de ne ji bo xizmeta vê merasîma şehîd. Ez jî li se navê malbata şehîd weke bavê şehîd spasî û malavaniya hemû mêvan û beşdarvanan dikim. Şehîd Egîd, rast e kurê min bû, parçeyek ji canê min bû, lê belê ew kurê Êzidxanê bû. Zarokekî vê civakê bû, şervanekî YBŞ-YJŞ’ê bû. Ji bo xwedîderketina xelkê me ya li şehîd û nirxên xwe ez spasiya xelkê me dikim.”

Êzdîn bal kişand ser kesayetiya Egîd Şengalî jî û diyar kir ku Egîd ti car li ber ti kesî serî netewand û tenê xizmeta civaka xwe, nirxên xwe û destkeftiyên gelê xwe kir.