Şervanê ji Şengalê, Çekdar Sema li Efrînê şehîd bû

Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku şervanê YBŞ’ê Çekdar Sema (Farûk Xele Xwedêda) li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye.

Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku şervanê YBŞ’ê Çekdar Sema (Farûk Xele Xwedêda) li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye.

Daxuyaniya YBŞ’ê wisa ye:

“Rêheval Çekdar Sema bi awayekî dilyarî tevlî Berxwedana Serdemê bû û her wiha di vê Berxwedana Serdemê ya Efrînê de heya dilopa xwîna xwe ya dawî li hemberî dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê yên barbar bi lehengî şer kir û di dîroka 03.03.2018’an de şehîd ket.

Rêheval Çekdar Sema yek ji şervanên mezin bû yê ku gelê me yê Êzidî mezin kiriye. Piştî ku fermana 73’emîn heval Çekdar bi awayekî bibîryar tevlî têkoşînê bû û ev jî di pêşveçûyîna heval de roleke girîng leyîst. Di sekna xwe ya jiyanê de her tim bi moral û coş bû û di asta fermandartî de kar dimeşand. Erka demê ji bo xwe weke mecbûrtî dîtiye û li ku derê neheqiyeke hebe heval Çekdar li wir têkoşîn kiriye. Li hemberî çeteyên DAÎŞ û hevkarên wî yê barbar, rêheval Çekdar di asta fermandartî de rolê xwe leyîst û ji bo derxistina çeteyan li herêmê di hemû hemleyan de cih girt û tecrûbeyek mezin dest xist. Piştî ku Şengal çeteyên bi piştgiriya dewleta dagirker a Komara Tirkiyeyê bi temamî hate paqij kirin, vê carê jî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê li ser gelê me yê Êzidî yên Efrînê, gelê Kurdên Efrînê û her wekî din gelên din ên ku Efrînê de dijîn re, êrîşeke hovane da destpêkirin. Bi vî awayî dewleta Tirk her tişt ji xwe re rewa dît û xwest ku fermaneke nû li herêma Efrînê pêk bîne. Berxwedana Serdemê ku bi mehan berdewam kir û hêj jî didome gelek şervanên derva kişand xwe. Li her qadan bi sedan kes tevlî Berxwedana Serdemê bûn û li hemberî dagirkeriyê têkoşîneke mezin hat kirin. Rêheval Çekdar jî bi awayekî dilyarî înîsiyatîfa xwe şixûland û ji bo gelê herêmê ê ku li hemberî êrîşê pêk dihat xwest bibe alîkar. Şehîd Çekdar li hemberî vê qetlîamê bêdeng nema û bi hişmendiya erken dîrokî yên ku diket li ser milên wî bi awayekî dilyarî ji bo ku tevlî Berxwedana Serdemê bibe kete rêka rûmetê. Demên herî giran de rêheval Çekdar heta dilopa xwîna xwe ya dawî bê teredût li hember dagirkeriyê şer kir û bi şehadetê xwe ve bû qehremanekî mezin a Berxwedana Serdemê.

Heval Çekdar yek ji lawikê gelê me yê Êzidî yê ku qehremanên mezin afirandiye bû û şehadetê heval me xemgîn kiriye. Di serî de di şexsê heval Çekdar de em giştî şehîdên Şengalê bi bîr tînin û sersaxî ji malbata wî dixwazin. Emê ala berxwedanê yê ku me ji şehîdên xwe girtiye heya dawî bilindtir bikin û soza bilindkirina têkoşînê dikin."

Li gorî daxuyaniya Fermandariya YBŞ'ê nasnameya şehîd wisa ye;

Nasnav: Çekdar Sema

Nav û Paşnav: Faruk Xelef Xwedêda

Cih û Dema Jidayîkbûnê: Şengal / 1994

Cih û Dema  Şehadetê: Efrîn / 03’ê Adara 2018’an