Şervana YPJ’ê Ahîn Mehmûd ku hatibû gotin ‘şehîd bûye’, dijî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê beriya niha ragihandibû ku Arîn Mîrkan (Ahîm Mahmûd) şehîd bûye, bi daxuyaniyeke diyar kir ku Mahmûd dijî.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ji ber sedema şertên dijwar, demekê têkilî bi şervana wan re qut bûbû û şehîdbûna şervana xwe ragihandibû. YPJ’ê diyar kir, derkete holê ku şervana wan dijî û ji ber vê rewşe jî lêborîna xwe ji malbata Mîrkanû gel xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Berxwedana Serdemê kete roja 62’yan. Berxwedana Serdemê di qonaxa duyemîn de bi rihê Newrozê, bi heqîqeta lehengiya şervanên me didome. Şerê li dijî  dagirkeriya dewleta Tirk, DAÎŞ û El Nûsra bi taktîkên gerîla didome. Bi Berxwedana Serdemê û bi heqîqeta şehîdên şoreşê yên Bakurê Sûriyê têkoşîna me ya li dijî dagirkeriyê ya ji bo jiyaneke azad û wekhev didome.

Beriya niha, 18’ê Sibatê me ragihandibû ku Arîn Mîrkan, bi navê dî Ahîn Mehmûd li eniya Recoyê di şer de şehîd bûye. Lê hevrêya me Arîn Mîrkan şehîd nebûye. Ji ber şertên dijwar tekiliya me pê re qut bûbû û piştre me ew bi şehîdî ragihandibû. Lê piştî ku bi şehîdî ragihandibû bi demeke dirêj derkete holê ku hevala me şehîd nebûye. Heval Arîn di nav yekîneyên me de xebat û têkoşîna xwe didomîne. Ji ber vê rewşê em ji malbata heval Arîn Mîrkan û gelê xwe lêborîna xwe dixwazin.
Em dîsa diyar dikin ku têkoşîna me ya li dijî hêzên dagirker ku êrîşê bi ser şoreşa gelan de tînin bidome û heta avakirina jiyaneke azad û wekhev em ê gelê xwe biparazin.’’