Şermeke din a Ewropayê: Keştiya penaberan hîn li deryayê ye

Piştî koçberên li keştiyeke bi navê Aquarius, welatên Ewropayê dîsa dest bi nîqaşa li ser qebûlkirina keştiyeke bi tenê ku 230 koçber tê de ne, kirin. Bi vî rengî mohra xwe danîn binê şermeke din.

Li derya navneteweyî ya navbera Lîbya û Îtalyayê, saziyeke alîkariyê ya Elman hefteya bihurî zêdeyî 230 koçber rizgar kiribûn û ew xistibûn keştiya bi navê Lifeline. Lê belê ev keştî bi rojan e li deryayê ye, ji ber ku ti welat wê qebûl nake.

Keştî bi rojane li perava bi 55 kîlometreyî dûrî endamê Yekîtiya Ewropa (YE) Malta ye. Ji ber ku vî welatî qebûl nekir, mijar ketibû rojeva Îtalyayê. Lê belê Wezîrê Karên Hundir ê rastgir Matteo Salvini doh dema ji Lîbyayê vegeriya daxuyaniyek da û saziyên alîkariya însanî sûcdar kir.

Salvînî da xuyakirin ku saziyên alîkariyê yên dixwazin li Derya Spî koçberan rizgar bikin, 'bi zanebûn an jî bi nezanî' dibin 'hevparê sûc' ê qaçaxçiyên mirovan. Salvini got, "Difikirin bên Îtalyayê? Vê yekê ji bîr bikin." Salvini drama koçberên li keştiyê asê mane ji nedîtî ve hate û got, "Ez ê dawî li qaçaxçitiya mirovan û karê mafya bînim."

Salên dawî, beşeke mezin a bi sed hezaran koçeberan piştî ku xwe digihînin Îtalyayê, derbasî welatên Ewropayê yên li rojava û bakur dibin. Hikumeta nû ya dijberê Yekîtiya Ewropayê îdîa dike ku di mijara koçberiyê de ew bi tenê tên hiştin û ragihand ku wê hîn bêhtir penaberan li welatê xwe qebûl nekin.

Beriya niha bi du hefteyan, zêdeyî 600 koçberên li Derya Spî hatibûn rizgarkirin, li keştiya bi navê Aquarius hatibûn bicihkirin, lê belê vê keştiyê bi rojan li welatekî ku koçberan qebûl bike, geriyabû. Di dawiyê de jî Spanyayê qebûl kiribû.