Şêniyên Behdînan: Wê gelê Kurd bi berxwedanê dagirkeriyê têk bibe

Şêniyên Bedînan li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û li dijî bêdengiya hikûmeta herêmê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Ev nayê qebûlkirin. Wê bi berxwedanê dagirkerî têk biçe.

Welatiyên Herêma Behdînan bal kişandin ser dagirkerî û bêhelwestiya hikûmetê ya ji ber êrîşan.

Eyat Hirûrî ku ji gondê Hirurê ya herêma Behdînan e, bal kişand ser nerazîbûnên xelkê wê herêmê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Herêma me her roj tê bombe kirin. Herî dawî jî 2 kesên ji vê herêmê di 26’ê Tîrmehê di bombardumana dewleta Tirk de şehîd ketin. Sedema van êrîşan weke hebûna PKK nîşan didin lê ti hebûna PKK di nav herêmên sivîl de nîne. Ev hemû derew in. Ji aliyekî din ma PKK ne partiyekî Kurd e?  Wê demê ger bixwazin li van herêman bimînin jî wê di cih de be. Êdî ev rewş bêdengiyê qebûl nake. Hemû eşîr û hemwelatiyên vê herêmê ji rewşê ne razî ne. Gerîla li Heftanînê berevaniyê li vê axê re dike em ê jî ji vir û şûn de rol û misyona xwe bi awayekî aktîv bilîzin.”

‘ÇIQAS ÊRÎŞ BIKIN EM XAKA XWE BERNADIN, BI BERXWEDANÊ DAGIRKERÎ TÊK BIÇE’

Hirurî bal kişand ser polîtîkaya dagirkirinê ya ku dewleta Tirk bi zanebûn li dijî xelkê vê herêmê pêk tîne û wiha domand: “Dewleta dagirker a Tirk dixwaze bi rêya van êrîşan gundên vê herêmê vala bike ku bi rehetî were dagir bike. Zerarên mezin yên madî dide sivîlan ku berê xwe  bidin bajaran. Lê çawa ku bav û kalê me li ser vê erdê li berxwedane û axa xwe ne terikandine, em jî dev ji axa xwe bernadin. Wê gelê Kurd bi berxwedana xwe dagirkeriyê têk bibe ”

‘EV BÊDENGÎ XIZMETA DOZA KURD NAKE’

Li ser bêdengiya hikûmeta Hewlêr û di serî de rêveberên PDK’ê jî Hirûrî axivî û got: “îro hikûmeta di nava bêdengiyeke mezin de ye. Ev bêdengî xizmetê ji doza Kurd re nake. Niha li vê herêmê li çend cihan zêrevanên sînor û pêşmerge xwe bi cih kirine. Lê çima naçin sînor bi xwe, cihê ku hatine gelek di nav axa Başûr de ye. Pêwîst e li kêleka gerîlayan şerê giran a di nav çiyayan bikin. Dervayî wê bi cihbûna wan li vir cihê gûmanê ye.”

‘EM BI SAYA BERXWEDANA HEFTANÎNÊ BI SER BIKEVIN’

Welatiyê ji gundê Asê yê bi navê Hisên Osman ê salên 60’î pêşmerge bû bal kişand ser şerê qirkirina  gelê Kurd û got: “Berê li seranserê van çiyan li hemberî dagirkeriyê şerê giran hatine kirin. Niha jî her kes li ser Kurdan bûye yek û dixwaze Kurdan qir bike. Her roj bombe li ser gelê Kurd tê barandin. Lê ez bawerim ku wê tekoşîna me Kurdan bi saya berxwedana ku îro li heftanîn tê raber kirin biserkeve.

Em weke gelên vê herême em dev ji axa xwe bernedin. Ma em ê bi kû va biçin. Ev axa me ye, çawa me li vir çavên xwe li  vê cîhanê vekir. Em ê li vir jî bijîn û bimirin. Banga min ji her Kurdekî azad re ku xwedî li vê axê derkevin û dijî pilan û polîtîkayin dijmin biseknin. ”