Şaredarên 5 bajaran: Em dixwazin penaberan vehewînin

Şaredarên Bajarên Mezin ên Koln, Dusseldorf, Potsdam, Wûppertal û Stûttgartê ji Serokwezîr Merkel de nameyeke hevpar nivîsandin û ji bo penaberên li Derya Spî hatine rizgarkirin gotin, "Em ê wan vehewînin."

Piştî ku Îtalyayê sînorên xwe li keştiyên penaberan girt, ev demeke li Derya Spî drama mirovahiyê heye. Penaberên li Derya Spî tên rizgarkirin, ji ber ku welatên mîna Îtalyayê wan qebûl nakin, li Lîbyayê tên vegerandin.

Di demekê de ku hikumeta Merkel hewl dide sînorên welatê xwe li penaberan bigire, Şaredariyên Bajarên Mezin ên Koln, Dusseldorf û Bonnê ku sê ji bajarên mezin ên Elmanyayê ne, dan xuyakirin ku ew amade ne penaberên li Derya Spî hatine rizgarkirin vehewînin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Dusseldorfê Thomas Geîsel (SPD), Şaredarê Bajarê Mezin ê Bonnê Ashok Srîdharan (CDU) û Şaredara Bajarê Mezin a Kolnê Henrîette Reker (ne endama partiyekê ye) nameyeke hevpar ji Serokwezîr Angela Merkel re nivîsîn. Şaredaran gotin, ew amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin penaberan.

Şaredaran xwestin, penaberên li Derya Spî hatine rizgarkirin ji bajarên wan re bên şandin. Şaredarên Bajarên Mezin ên Potsdam, Wûppertal û Stûttgartê jî tevlî vê însiyatîfa şaredaran bûn.

'DIVÊ MERKEL ZEXTÊ LI HIKUMETA ROMAYÊ BIKE'

Rêveberê Şaredariya Bajarê Mezin a Dusseldorfê Bûrkhard Hîntzsche li ser însiyatîfa "Em penaberan dixwazin" axivî û ji Serokwezîr Merkel xwest ku tavilê dest li drama li Derya Spî werbide.

Hîntzsche bang li Merkel kir ku zextê li rêveberiya Romayê bike û nehêle ku penaber li Lîbyaya ku di statuya 'welatê ewle' de nîne bên şandin. Hîntzsche got, "Ya penbaerên hatine rizgarkirin wê bên bajarên me, ya jî mîna penaberên din wê li gelemperiya Elmanyayê werin belavkirin."

Rêveberê Şaredariya Bajarê Mezin a Dusseldorfê ragihand ku li eyaleta Nordrhein Westfalenê cihê ku 5 hezar penaber karibin lê bimînin vala ye û got, "Em dixwazin di çarçoveya kapasîteya xwe de penaberan vehewînin."

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji destpêka sala 2018'an û vir ve 1400 penaber li Derya Spî fetisîn. Herî kêm 1074 ji van penaberên ji Lîbyayê berê xwe dabûn Îtalyayê. Tenê meha Hezîranê 557 koçber li Derya Spî jiyana xwe ji dest dan.