Şahoz Hesen: Dagirker planên nû dikin

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen diyar kir ku ew ê Erdogan û çeteyên wî têk biçin û got, “Ji ber berxwedana bi heybet, dagirker niha hin planên nû dikin.”

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê kete roja 31’emîn.

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen têkildarî êrîşên dagirker ên dewleta Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî…

‘BERXWEDANÊ FIRSENDÊN NÛ AVA KIR’

Hesen diyar kir ku şoreşa Rojava, şoreşeke mezin e û got, “Ev berhema têkoşîneke demdirêj e. Beriya her tiştî ev şoreş berhemeke têkoşîna Rêber Apo ya demdirêj e. Vî tiştî bi xwe re çandeke berxwedanê jî ava kir. Gelek mînakên vî tiştî hene. Ji Efrîn, Heleb, Serêkanî, Kobanê û li gelek cihan mînakên vê şoreşê hene. Di encama vê çanda berxwedanê de, berxwedanên mezin çêbû. Ev berxwedan di şertên dijwar de pêk hatin û ji bo pêşveçûn û geşkirina şoreşê firsendên nû ava kir.

‘ERDOGAN WÊ WEKÎ DAÎŞÊ TÊK BIÇE!’

Di dema berxwedana Kobanê de Erdogan digot ‘Kobanê dike bikeve’. Erdogan ji bo Efrînê jî berê got karê çend saetan e, piştre got çend roj û a niha jî dibêje ew ê ev mesele dirêj biajo. Ev jî tê wateya vî tiştî ku li hemberî van êrîşên dagirker, berxwedaneke xurt tê kirin. Çawa ku DAÎŞ li Kobanê têk çû, ew ê Erdogan û çeteyên wî jî li Efrînê têk biçin.”

‘BERXWEDANÊ HESAB Û PLANÊN WAN SERÛBIN KIR’

‘Di êrîşên li ser Efrînê de tê dîtin ku di navbera hin hêzên herêmî û navneteweyî de hin plan û hesab hene. Derketiye holê ku ev hesab çi ne. Van hemû hêzan dîtin ku li hemberî êrîşên dagirker berxwedaneke bêhempa tê kirin. Bûn şahid ku berxwedan geştir dibe û li her derê belav dibe. Dîtin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker têk diçin. Ji ber wê jî êdî berê xwe didin rêyên dîplomatîk.”

‘GIYANÊ KOBANÊ LI EFRÎNÊ XURTTIR BÛ’

Hevserokê PYD’ê Hesen diyar kir ku berxwedana Efrînê giyanê neteweyî û welatparêziyê yê li parçeyên din ên Kurdistanê derxist asta jor û yekîtiya di berxwedana Kobanê de xurttir kir.

Hesen axaftina xwe wisa domand: “Giyanê Efrînê mohra xwe li hemû çalakiyên siyasî û civakî yên li parçeyên din ên Kurdistanê da. Kongreya HDP’ê mînaka vî tiştî ye. Di heman de demê de vî giyanê mohra xwe li komxebata yekîtiya neteweyî ya li Başûrê Kurdistanê jî da. Gelê me yê li Ewrûpayê ji roja pêşîn a êrîşan heta îro li qadan e. Ji ber vê bihistyariyê em gelê xwe pîroz dikin. Ji ber ku êrîşên li ser Efrînê tê wateya êrîşên li ser her çar parçeyên Kurdistanê. Ev êrîş di heman demê de tê wateya êrîşên li ser îradeya demokratîk û azad a gelan.

Ji ber vê jî gelên Asûr, Ereb, Siryan, Tirkmen, Çerkes berê xwe dan Efrînê û diyar kirin ku ew bi berxwedana Efrînê re ne. Vê peyaman gelan tê wateya ku Efrîn parçeyekî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê. Efrîn îradeya azad a gelan temsîl dike û li ser navê mirovayetiyê li hemberî Erdogan û çeteyên wî li ber xwe dide.”

‘ARTÊŞA TIRK ÇEKÊN QEDEXE Û KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE’

Hesen diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana Efrînê nikare bi pêş ve biçe û gelek çekên qedexe û kîmyewî bi kar tîne. Hesen bang li saziyên navneteweyî kir ku bila peywira xwe bi cih bînin. Hesen got ku, “Komîsyonên li Sûriyeyê bikaranînan çekên kîmyewî disekine, divê werin li Efrînê jî lêkolînan bikin.”