Îzlanda ji bo darizandina sûcdarên qirkirinê zagonan amade dike

Îzlandayê ji bo darizandina sûcên qirkirin, şer û mirovayetiyê yên li welatên din pêşnûmayeke zagonan amade kir.

Wezîrê Edaletê Sîgrûdûr Andersen pêşnûma ji parlementoyê re şand û xwest ku kesên şer û mirovayetiyê kirine, divê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bin.

Wezîrê Edaletê Sîgrûdûr Andersen diyar kir ku ji bo Îzlanda karibe berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bi cih bîne divê rêgezên Peymannameya Cenevreyê di zagonan de cih bigire.

Di zagona nû de ya ku ji parlementoyê re hatiye pêşkêşkirin ku bi sernavên ‘qirkirin’, ‘sûcên li dijî mirovayetiyê’, ‘sûcên şer’ û ‘sûcên li dijî aştiyê’ li ser sûcan tê sekinandin. Tê xwestin kesên ku ev sûc kirine, ji 3 salan heta dawiya emrê xwe ceza li wan were birrîn.

Kesên ku tê diyarkirin ev sûc kirine, ji bo darizandinê wan dişînin Dîwana Edaletê ya Navneteweyî.

Heke ev pêşnûma were qebûlkirin dadgehên Îzlandayê wê kesên ku ev sûcên şer û qirkirinê kirine, karibe bidarizîne.