Îtalyayê careke din gef xwar

Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê yê rastgir Matteo Salvini vê carê di ser Maltayê re gef xwar ku wê deriyên xwe li koçberan bigire.

Lîderê Lîga Bakur (Lega Nord) Salvini ku hefteya bihurî weke wezîrê nû yê karên hundir dest bi wezîfeyê kir, li ser mijara penaberan gef xwar. Salvini got, eger Malta hin penaberên li Derya Spî hatine rizgarkirin qebûl neke, wê bendergehên xwe bigire.

Li gorî rojnameya La Repubblica, Salvini nameyek nivîsand û ji Maltayê xwest ku 629 penaberên li peravên Lîbyayê ji aliyê saziya Fransayê ya bi navê SOS Medierranee ve hatine rizgarikirin, qebûl bike. Di nûçeyê de hate ragihandin, Salvini gef xwariye ku eger ev neyê kirin, wê welatê wî bendergehên xwe li keştiyên ku koçber rizgar kirine bigire.

Rayedarekî Maltayê jî ji ajansa AFP'ê re axivî û diyar kir ku ti pêwendiya wan bi operasyona rizgarkirina penaberan a li peravên Lîbyayê re nîne. Rayedar da xuyakirin ku operasyon ji aliyê navendeke li paytexta Îtalya Romayê ve hatiye koordînekirin. Malta ji aliyê mezinahiyê ve welatê herî biçûk ê Yekîtiya Ewropayê ye.

Lîga Bakur ku di nava hikumeta koalîsyonê ya nû ya Îtalyayê de cih digire, ji welatên din ên Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku di pirsgirêka koçberan de hîn bêhtir bi rol û berpirsyariyê rabin.