Îtalya derî li jin û zarokên penaber vedike

Heta niha hikumeta Îtalyayê bi polîtîkayên xwe yên dijber û tund ên li heMberî penaberan bibû rojev. Niha wê deriyên welêt ji jin û zarokên penaber ên li deryaya spî ji hêla saziyên alîkariyê ve hatî rizgarkirin, veke.

Alîkarê serokwezîrê Îtalyayê Luigi Di Maio, got wê ‘dersê mirovahiyê’ bidin welatên Ewropayê û ragihand ku wê destûr bide 49 penaberên ji jin û zarokan pêk tên û li girava Maltayê tên rawestandin bikevin welêt. Di Maio diyar kir ku wê tenê penaberên ji hêla saziyên alîkariykê Sea-Watch ve Sea-Eye ve hatî rizgarkirin ku jin û zarok in, bên girtin.

‘DERSÊ MIROVAHIYÊ’ DANE HEMÛ CÎHANÊ!

Di Maio diyar kir ku welatê wî ‘Dersê mirovahiyê’ daye hemû cîhanê, lê belê qet qala penabern ku bi mehan in ji ber polîtîkayên hikumeta wî yên tund tên rawestandin, nekir. Lewma hikumeta populîst a ji Tevgera 5 Stêrkan û Lîga Bakur pêk tê, destûr nedida ku penaberên ji hêla saziyên alîkariyê ve hatine rizgarkirin nêzî sînorên welêt bibin.

ŞAREDAR LI DIJÎ HIKUMETÊ BERTEKDAR IN

Li aliyê din tê diyarkirin ku ‘Qanûna Koçberiyê’ ya ji hêla wezîrê karê hundir Matteo Salvini hatibû amadekirin û qanûnên penaberiyê şidandine, bi awayekî tund tê rexnekirin.