Îsraîlê nîvê çekên parastina hewayî ya Sûriyeyê îmha kiriye!

Hat îddîakirin ku artêşa Îsraîlê di êrîşa dawîn a li ser Sûriyeyê de nîvê çekên parastina hewayî yên Sûriyeyê îmha kiriye.

Êrîş roja şemiyê pêk hatibû. Artêşa Îsraîlê di dema êrîşên xwe de balefireke xwe ji dest dabû.

Li gorî ku Îsraîl dibêje wesayîta parastina hewayî ya bêmirov a ku li Sûriyeyê bûye, ketiye nav axa Îsraîlê û ketiye xwarê. Di heman demê de dema ku drone jî rabûye ji aliyê Îsraîlê ve ketiye xwarê.

Balefireke ku tevlî operasyonê bûbû ji aliyê Sûriyeyê ve hate xistin û ev balefir ket axa Îsraîlê. Li ser vî esasî hêzên hewayî yên Îsraîlê careke din 12 hedef bomberdûman kir.

Rayedarên fermî ji rojnameya Haaretzê re axivîn û diyar kirin ku ev operasyon serkeftineke leşkerî ye. Li gorî rojnameyê nîvê pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê di vê operasyonê de hate îmhakirin.

DYA ji ber van êrîşan piştgiriya Îsraîlê kir û Moskovayê jî diyar kir ku ew ji ber van êrîşan bi fikar in. Moskovayê diyar kir ku ev êrîş nayên qebûlkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî got ku, “Çi kesên ku êrîşî me bikin, em ê li wan bidin.”