Îsraîlê êrîşî nuqteyên leşkerî yên li Sûriyeyê kir: Çar kes mirin

Îsraîlê êrîşeke hewayî bir ser nuqteyên artêşa Sûriyeyê. Li gorî medya Sûriyeyê çar sivîl ji ber êrîşê mirine.

Hate ragihandin, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê gelek fuzeyên hêzên hewayî yên Îsraîlê têk biriye.

Êrîş li derdora Şamê û li wîlayeta Hûmsê ya li rojavayê Sûriyeyê hate kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan Sanayê, êrîş ji aliyê hêzên hewayî û deryayî yên Îsraîlê ve hate kirin.

Hate ragihandin, nuqteyên rejîma Sûriyeyê û hevalbendê wê Hîzbûllahê bûne hedefa êrîşê.

Tê gotin ku depoyên çekan û baregeheke ji bo veguhastina çekên Îranê dihate bikaranîn çend ji hedefan bû.

Qenala televîzyonê ya cemaweriyê diyar kir, ji ber êrîşê çar sivîl li herêma Sahnayê ya li başûrê Şamê jiyana xwe ji dest dane ku yek ji wan pitik e.

Ajansa nûçeyan a Sanayê diyar kir ku 21 kes ji ber êrîşê birîndar bûne. Çavkaniyekî leşkerî ji Sanayê re axivî û diyar kir ku fuze di ser qada hewayî ya Lubnanê re hatine avêtin.

Berdevkekî artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku wê şîroveyê neke.