Îsraîlê êrîş bi ser Gazzeyê de bir
Hate diyarkirin ku Îsraîlê bi balafirên şer û tangan êrîş bi ser Gazzeyê de biriye.
Hate diyarkirin ku Îsraîlê bi balafirên şer û tangan êrîş bi ser Gazzeyê de biriye.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, "Bi balafirê şer ên artêşê, li Şerîda Gazzeyê li du hedefan xistine."
Di daxuyaniyê de hate gotin êrîş bersiva wan êrîşan e ku di nav rojê de ji Gazzeyê du caran êrîş bi ser başûrê Îsraîlê e anîbû.
Di daxuyaniyê de hate gotin rokêt li Gazzeyê ketine, herdu jî ketine qadeke vala ya Başûrê Îsraîlê û ti kesek pê birîndar nebûye û nemiriye.
Artêşê di daxuyaniya xwe de got, "Ji hemû êrîşên bi rokêtê ku ji Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve têne avêtin Hamas berpirs e."
Piştî biryara li ser Qudsê rêxistinên berxwedanê yên Filîstînê banga întîfadayê kiribûn, li gelek deverên Filîstînê xwepêşandan çêbûbûn.