Îsraîlê bombe li çeperên Hîzbûllahê yên li Lubnanê barand

Artêşa Îsraîlê bi balafirên şer bombe li nuqteyên Hîzbûllahê yên li nêzî sînorê Lubnan-Îsraîlê barand.

Êriş li xeta sînor pêk hat ku li wê derê hêza kumik şîn ên Neteweyên Yekbûyî lê digerin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir, "Ji Lûbnanê ber bi Îsraîlê ve êriş hate kirin (...) Leşkeran bi fuzeyên ronîkirinê û bombekirinê bersiv dan. Piştre bi şev helîkopter û balafirên şer li nuqteyên Hîzbûllahê xistin." Di daxuyaniyê de li ser kuştî û birîndarên ji ber êrişê agahî nehate parvekirin.

Beriya êrişa hewayî, artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku li "Xeta Şîn" a li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê û qadeke defakto ye, "bûyereke ewlekariyê" qewimiye.

Ev bûyer piştî daxuyaniya Hîzbûllahê qewimî ku ragihandibû di nava hefteyê de balafireke bêmirova a Îsraîlê ya sînor derbas kir hate xistin.