Îsraîlê bi balafiran êrîşî Gazzeyê kir

Îsraîlê vê sibehê 3 caran bi balafiran êrîşî Şerîda Gazzeyê kir, ku ambargo li ser Xazzeyê heye.  Di êrîşê de 2 Filistînî hatin kuştin.

Nûnerê Wezareta Tenduristiyê ya Filîsînê ya Gazzeyê Eşref el-Kudra bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku êrîş bi balafirên Îsraîlê li başûrê Gazzeyê hate kirin û di encamê de ciwanê Filîstinî yê bi navê Abdullah el-Atl û Muhammed es-Safedî yê 30 salî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî jêderên emniyetê yên Gazzeyê balafirên şer ên Îsraîlê êrîş birine ser 3 niqteyên cihê yên Tûgaên Îzeddîn el-Kassam, ku qanadê leşkerî yê Hemasê ye.

Jêderan diyar kirin ku bi ser niqteyeke li naverasta Gazzeyê de 3, bi ser bajarê Han Yunus ê başûrê de bi ser 2 niqteyan û bi ser bakurê wê de jî 2 êrîşên bi moşekan pêk hatiye.

Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên bi ser bakur û rojavayê Gazzeyê de, yên bi ser 3 niqteyan de 1 jê zarok 15 kes birîndar bûbûn.

Jêderên ewlehiyê diyar kiribûn ku Îsraîlê êrîş bi ser niqteyên Hemasê de anîbûn.

Artêşa Îsraîlê gotibû, "Balafireke şer a artêşê li Şerîda Gazzeyê li kampa perwerdehiyê û cebilxaneye ya Hamasê xistiye."