Îsraîl wê jîngehên nû ava bike

 Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku wê li Şerîa Rojava ku di bin dagirkeriyê de ye û di rewşa niha de şer lê didome wê jîngehên nû ava bike.

Duh di encama mudaxeleya artêşa Îsraîlê ya li Şerîda Gazzeyê li dijî xwepêşandanên Filistiniyan de yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Ji meha Adarê ve zêdetirî 150 Filistinî di çalakiyên ku hê didomin de jiyana xwe ji dest dane. Hikûmeta Îsraîlê diyar kir ku herêmên li Şerîa Rojava wê bibin jîngehên Cihûyan.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîeberman diyar kir ku wê li Koloniya Adamê 400 malên nû ava bikin. Di rojên derbasbûyî de ciwanekî Filistinî li Koloniya Adamê bi kêrê Îsraîliyek kuştibû û Lîeberman got ev biryar bersiva wê ye û îdîa kir ku ‘li dijî terorîzmê bersiva herî baş bihêzkirina jîngehan e’.

Ciwanê 17 salî yê bi navê Mohammed Dar Yûssef li Koloniya Adam bi kêrê Îsraîliyek kuştibû. Piştî bûyerê artêşa Îsraîlê bi ser gundê Kobar yê Dar Yûssef ê Şerîa Rojava de  girtibûn û destûra xebatê ya malbata wî betal kiribû.

Li Şerîda Gazzeyê di çalakiyên bi navê ‘Meşa Vegerê ya Mezin’ ku dawiya meha Adarê destpêkirîbûn heta niha herî kêm 156 Filistiniyan jiyana xwe ji dest dan e.