Îranê peymana nukleerê betal kir, Ewropa nerazî ye

Îranê ragihand ku sozên xwe yên di mijara pêşvebirin û lêkolînkirina enerjiya nukleerê de betal kiriye. Fransa û Îngilistanê ragihandin ku ew ji vê yekê bi fikar in.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seyyîd Abbas Mûsevî der barê mijarê de daxuyaniyek ragihand û diyar kir, Îranê sozên xwe yên di çarçoveya peymana enerjiya nukleerê de bi rengekî fermî betal kiriye.

MÛSEVÎ: NAME HATE ŞANDIN

Mûsevî diyar kir, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf nameyek ji Komîsera Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini re şandiye û jê re ragihandiye ku wan sozên xwe betal kirine.

Mûsevî got, "Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji Mogherini re nameyek şand û diyar kir, ji ber ku Emerîkayê xwe ji KOEP'ê vekişandiye, her wiha ambargo li dijî Îranê xistiye meriyetê û sê welatên Ewropayê nikarin sozên di çarçoveya KOEP'ê de bi cih bînin, Îranê xwe ji sozên xwe yên lêkolîn û pêşvebirina enerjiya nukleerê ya di çarçoveya KOEP'ê de vekişandiye."

Di nameyê de hate destnîşankirin ku detayên vê biryara Îranê wê ji Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re bê ragihandin.

'EM JI HEVDÎTINAN RE AMADE NE'

Mûsevî diyar kir ku Îran amade ye bi hemû aliyên peymana enerjiya nukleerê re di her astê de hevdîtinan bike. Her wiha got, eger aliyê din sozên xwe pêk bîne, wê Îran careke din li sozên xwe vegere.

Piştî ku Emerîkayê xwe ji peymana enerjiya nukleerê vekişand sê welatên Ewropayê ji Îranê xwest ku di nava peymanê de bimîne, lîsteyeke ji 11 madeyan pêşkêş kirine û diyar kirin ku wê sozên xwe pêk bînin. Lê belê Îranê îdîa kir ku ti ji sozên hatine dayin pêk nehatine.

FRANSA Û ÎNGILISTAN: CIHÊ FIKARAN E

Nerazîbûna destpêkê ya li dijî vê biryara Îranê ji Fransa û Îngilîstanê hat. Fransayê ji Îranê xwest ku sozên xwe pêk bîne, çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê jî diyar kir, ku biryara Îranê cihê fikarane.