Îranê pêşniyara muzakereyê ya nû red kir

Rejîma Îranê pêşniyara muzakereyê ya navneteweyî ya nû ya Fransa ya li ser bernameya nukleerî red kir.

Rêveberiya Îranê muzakaereyên navneteweyî ya nû ya li ser bernemeya nukleerî û hedefên leşkerî red kir, ragihand ku diyaloga li ser mijara peymana nukleerî ya 2015’an a li Viyanayê hatî îmzekirin, qebûl nakin.

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron di salvegera 75’an a derketina Normandiyya a 6’ê Hezîrana 1944’an de axivî û diyar kir ku ew alîgirên wê ne ku di navbera Washîngton û Parîs ji bo astengkirina bidestxistina çekên nuklere yên Tehran û pirsgirêkêa bernameya fuzeyên balîstîk hevdîtinên nû bidin destpêkirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Abbas Mûsavî wê ti guhertineke ji derveyî peymana Viyanayê hatî xêzkirin ti gotubêjeke din erê nekin.

Berdevk got: “Di rewşa heyî de, gotûbêjkirina li ser mijarên peymanê eleqedar nake, weke aliyên di nava peymanê de cih girtin û îmze kirin, nebawerîbûnê pir zêde dike.”

Berdev di daxuyaniya xwe ya li ser televîzyona fermî dayî de ev got: “Ewropî heta niha li gorî mercan tevnegeriyane. Piştî ku Emerîkayî ji peymanê derketin û şûnde berjewendiyên Îranê neparastin.”