Îranê li Neteweyên Yekbûyî giliyê biryara DYE'yê kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf, li Neteweyên Yekbûyî giliyê biryara DYE'yê ya li ser Mûxafizên Şoreşê kir. Zarîf diyar kir, DYE wê ji encamên biryarê berpirsyar be.

DYE'yê berî çend roja Mûxafizên Şoreşê yên Îranê xistibû nava lîsteya 'terorîst'an. Nerazîbûna Îranê ya li dijî vê biryarê didome.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê re nivîsî û diyar kir, ji provokasyonên gengaz ên li dijî Mûxafizên Şoreşê wê DYE berpirsyar be.

'WÊ GEFEKE CIDÎ RÛ BIDE'

Di nameyê de hate gotin, "DYE wê ji encamên biryara li ser Mûxafizên Şoreşê berpirsyar be" û diyar kir, "Îran vê biryara tevdanê bi tundî şermezar dike û di wê baweriyê de ye ku ev helwesta dijminane ya li dijî Îranê wê gefeke mezin li aştî û ewlekariya herêmî û navneteweyî bixwe."

Zarîf di nameyê de ragihand, biryara li dijî Mûxafizên Şoreşê hatiye dayin, li dijî pîvana wekheviyê ya serweriya dewletan e û pîvanên hiqûqa navneteweyî û pîvanên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî binpê dike.