Îranê dest danî ser keştiyeke din

Îranê ragihand ku li tengavê dest daniye ser keştiyeke din a biyanî. Di nava mehekê de keştiya sêyemîn e ku Îran desteser dike.

Îranê ragihand ku hêzên deryayî yên Zêrevanên Şoreşê dest danîne ser keştiyeke din a biyanî. Nehate eşkerekirin ku keştî ya kîjan welatî ye. Hate ragihandin 7 personelên keştiyê jî hatine destgîrkirin.

Hate gotin di keştiyê de 700.000 lître sotemenî heye û dema ku li nêzî girava Farsî ya li Kendavê dest li ser hatiye danîn.

Jêderê ji IRNA'yê re axivî, keştî birine pereva li başûrê welêt û sotemeniya deryasayî jî radestî rayearan hatiye kirin.

Generalê Zêrevanên Şoreşê Remezan Zîrahî got, keştî ber bi welatên Ereb ên Kendavê ve diçû.

Îran, ji 14'ê  Tîrmehê û vir ve li Kendavê dest li ser 3 keştiyên biyan daniye.