Îranê bersiv da DYA’yê

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bersiv da gotinên Serokê DYA’yê Donal Trûmp yên li ser biryara pêkirinê ya derbarê Mihafizên Şoreşê yên Îranê û betalkirina peymana nukleerê ya ku 2015’an bi Îranê re hatibû danîn.

Rûhanî ji televizyona dewletêya Îranê re axivî, Trûmp sûcdar kir, got ew dixwaze pêşî li rabûna aborî ya Îranê bigire û got ew ê sozên li ser peymana nukleer jî bidomînin. Rûhanî got, ‘’Îro DYA li dijî peymana nukleer û li dijî gelê Îranê pir zêde radiweste.’’

Rûhanî bibîrxist ku aliyên dî yên peymanê hene û got, ‘’DYA ji her demê zêdetir îzole bûye. Peymana nukleerî bi tena serê xwe nikare biguherîne. Gotinên Trûmp ên li ser Îranê nifirên li Îranê ne û sûcdanên bêbingeh ên li dijî neteweya Îranê ne.’’