Îranê banga muzakereyan a DYE’yê red kir!

Fermandarê Muhafizên Şoreşê Huseyîn Selamî bersiv da banga muzakereyan a DYE’yê û wiha got; “Tu hevdîtin wê bi DYE’yê re çênebe”.

Serokê DYE Donald Trûmp di rojên dawî de eşkere kiribû ku ew amadene bi Îranê re hevdîtinan bikin, lê fermandariya Muhafizên Şoreşê (Spay Pasdaran) yê girêdayî Seyîd Alî Hamaney bi daxuyaniyekê banga hevdîtinan red kir.

Fermandarê Muhafizên Şoreşê ya Îranê Huseyîn Selamnî ragihand ku li welatê wî tu rayedar bi DYE’yê re ew ê muzakereyan nekin.

Huseyîn Selamî li eyelate Bûşehr di aktiviteyê de axivî û wiha got; “Hevdîtinên bi rêveberiya Trûmp re ew ê tu pirsgirêkan çareser neke. Serokê DYE’yê dixwaze bi çend deqîqeyan bi rayedarekî Îranê re hevdîtinê bike lê li Îranê tu kes nêya nake. Her kes baş dizane ku muzakere yek ji leyîstokên dijmin e ku ji bo bigihe hedefê dileyze.”