Îranê banga ‘lezgîn’ li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî kir

Rejîma Îranê, bang li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî kir ku pêkanînên aborî yên DAY’yê bloke bike, kir.

Delegasyona Îranê, ji Dîwana Edaletê daxwaz kir ku pêkanînên DYA’yê yên xistine meryetê bi ‘lezgîn’ bigire dest. Li gorî Şêwirmendê hikûqa navneteweyî yê Serokkomarê Îranê Mûhsen Mûhabî di tevahî rûniştinên delegasyonên Îranê, li ser aboriya welat ji bo rakirina pêkanînên rê li ber ‘encamên dramatîk’ vebike wê bikeve nava hewldanan.

Îran di çarçoveya prosedura ku meha Tîrmehê destpê kirî de darazên Dîwana Edaletê ya saziya herî bingehîn a NY’yê ye, daxwaz rawestandina pêkanînên nû yên ku Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp ku 6’ê Tebaxê ragihandibû kirin.

Nakokiyên di navbera DYA û Îranê de piştî Trûmp di meha Gulanê de ji peymana nukleer a yek alî vekişiya û şûnde gihişte asta jor. Pêkanînn ku heta niha bi peymanên navneteweyî heta roja îro hatine sînordarkirin bi biryara DYA’yê ji nû ve ketin meryetê.

Pêkanînên DYA’yê ya peymana Îran-Amarîka ku sala 1955’an îmze kirî, hate diyarkirin ku Îran di gelek bendan de îxlal kirin, banga bi lezgîn dawî li van tedbîran bînin, kir.

Di vê navberê de rejîma Îranê ketina Kendavê û Boxaza Humuzê bi temamî kontrol kiriye. Daxuyanî ji aliyê Fermandarê hêzên deryayî Muhafizên Şoreşê ve hate kirin.

Rêveberiya Tehranê diyar kir ku eger DYA li ser petrolê pêkanînan bike, gefa ku wê Boxeza Hurmuz ku ji sedî 30’ê petrola cîhanê têre derbas dibe bigire kir.

Tê payîn ku piştî pêkanîna yekem a 6’ê Tebazê û şûnde, pêla duyem a pêkanînê wê meha Mijdarê bê kirin. Vê carê di hedefê de sektora petrol û gazê heye. Her du sektor di warê aboriyê de du çavkaniya  bingehîn ên Îranê ne.

Total a Fransî û Daîml a Elmanya jî di nav de gelek kargehên navneteweyî ragojamdin ku piştî pêkanînên DYA’yê wê xebatên xwe yên li Îranê bi dawî bikin.