Îran û Azerbeycanê peyamên ‘diyalogê’ dan

Îran û Azerbeycan ên du welatên cîranin, ragihandin ku xwestine nelihevkirinên di navbera xwe de bi rêya ‘diyalogê’ çareser bikin.

Hate ragihandin ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Emîr Abdullahiyan û hevpîşeyê wî yê Azerbeycanî Ceyhûn Bayramov şeva Şêşemê bi rêya telefonê axivîne.

Wezareta Karê Derve ya Azerbeycanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Aliyan diyar kir ku ji ber gotinên demê dawî yên rû dayîn ziyan daye têkiliyên herdu aliyan, hatiye destnîşankirin ku her nelihevkirinek dikare bi rêya diyalogê bê çareserkirin.

Wezîrê Îranê diyar kir ku divê Tahran û Baku rêz ji ‘serxwebûn, serwerî û yekparetiya xakên herdu welatan re bigirin’ got ku; ‘Divê ji nefamkirinên şaş birevin û têkiliyan xweş bikin’.

Abdullahyan got: “Dijminên Tahran û Baku yê hene, divê rê neyêdayîn ku têkiliyên herdu aliyan xirab bibin.”