Îran bi îstîfaya Zarîf dihejije

Piştî ku Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf Duşemê îstîfa kir, li Îranê nîqaşên kûr ên siyasî dest pê kirin.

Rûyê berbiçav ê danûstandinên peymana nukleerî Cevad Zarîf,  ku 2015'an li Viyanayê di navbeyna welatên Rojavayî û Îranê de hatî îmzekirin, îstîfaya xwe da. Zarîf di daxuyaniyê de got li gel kêmasiyan jî ji ber ku ew ê nikaribe karê xwe bidomîne lêborîna xwe dixwaze lê negot bê ka ew çima îstîfa dike. Îstîfaya Zarîf êdî di dest Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî de ye. Rûhanî wê biryarê li ser bide bê ka wê îstîfayê qebûl bike yan na.

Midûrê kabîneya Rûhanî Mahmûd Vaezî li ser Twîtterê daxuyanî da û îdîayên ku Rûhanî îstîfa qebûl kiriye, li derewê qeliband.

Li gorî rojnameya Entehabê bi serdana surpîz ya Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esad re têkildar e, ku Esad Duşemê serdana Tehranê kiribû. Esad di serdanê de bi lîderê dînî Elî Hemeney û Rûhanî re rûniştibû. Bal kişandibû ku di hevdîtinê de cih nedabûne Zarîf û di wêneyan de xuya nedikir. Entehab got Wezareta Karê Derve ev peyam ji wan re rêkiriye: ''Piştî wêneyê têkilî hevdîtina îro, li cîhanê ti pêbaweriya bi Cevad Zarîf, a bi rengê Wezîrê Karê Derve nemaye.''