Îdîaya êrîşkerê li Fransayê çûye Sûriyeyê

Tê îdea kirin ku êrîşkerê li Trebes a herêma Aude ya Fransayê ê ku piştî dîlgirtina mirovên di marketê de hatî kuştin jî, çûbe Sûriyê ji bo tevlî çeteyên DAIŞ’ê bibe.

Li gorî agahiyên medyaya Fransî û ku hê ev agahî ne hatine zelal kirin, têkiliya çeteyê bi navê Redouane Lakdîm a bi DAIŞ’ê re rast e.

Ji berî ku Lakdîm bê kuştin, ji bo Saleh Abdeslam ê sala 2015’an di nava kesên êrîşa bi xwîn a Parîsê organîze dikir de bû û ku hê tê darezandin, hat diyarkirin ku daxwaza berdana wî kiribû.

Lê îdîaya herî girîng jî ew e ku Lakdîm jî weke çeteyekî DAIŞ’ê yên di nava çalakiyên bi xwîn ên Ewropayê de cih girtibe çûyîbe Sûriyeyê. Çavkaniyên polîs û îstixbaratê ev îdîa piştrast kiribe jî, tê zanîn ku hemû çeteyên ji Ewropa diçin Sûriye li ser Tirkiyê re bê pirsgirêk derbaz dibin.

Di aliyê din de, sicîla Lakdîm jî weke çeteyên din ên ku êrîşên bi xwîn pêktanîn a di derbarê sucên biçûk ên krîmînal de heye. Di nava agahiyên Wezîrê Karê Hindir ên têkildarî girtina Lakdîm a 2016’an ya ji ber madeyên hişber û dizîyê de hebûn.