Îddîaya ku Elmanya ji bo Sûriyeyê balefirên şer amade dike

Tê diyarkirin ku heke rejîma Esad li dijî Îdlîbê çekên kimyewî bi kar bîne, ew ê Elmanya jî ji bo êrîşên hewayî yên ku ew ê dewletên rojavayê cîhanê bidin destpêkirin, balefirên şer amade dike.

Rejîma Esad li dijî Îdlîbê ya ku cihê dawîn ê çeteyan e operasyon daye destpêkirin. Welatên li rojavayê cîhanê fikarên wan hene ku rêveberiya Şamê çekên kimyewî bi kar bîne. Hate diyarkirin ku heke tiştekî wisa were kirin, ew ê Elmanya jî tevlî êrîşa hewayî bibe.

Li gorî nûçeyeke rojnameya Bîld a îro, Wezareta Parastinê ya Elmanyayê ji bo operasyoneke wisa amade ye. Hate diyarkirin ku DYA, Îngîltere û Fransa ji bo operasyoneke bi vî awayî amade ne. Di Nîsana borî de her sê welatan diyar kiribûn ku rejîma Esad li dijî Dûmayê çekên kimyewî bi kar anîne û wê demê êrîşeke hewayî dabûn destpêkirin. Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel wê demê diyar kiribû ku ew ê tevlî vê êrîşê nebin.

Lê hate diyarkirin ku Elmanya dev ji vê helwesta xwe berdaye û heke êrîşeke kîmyewî pêk were, ew ê Elmanya tevlî operasyona hewayî bibe. Hate diyarkirin ku rêveberiya DYA’yê ew daxwaz kiriye.

Hate îddîakirin ku piştî hevdîtina di navbera rayedarên DYA û Elmanyayê balefirên keşfê û balefirên şer ên bi navê Tornado yên Elmanyayê hatine amadekirin. Li gorî planê ew ê Tornado berê li baregehên leşkerî, cebilxane û balefirgehên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê bide.

Bi vî awayî artêşa Elmanyayê piştî şerê li Balkanan ew ê cara pêşîn Tornadoyan bi kar bîne. Lê fikara Elmanya ev e ku ew ê Rûsya nerazîbûneke çawa nîşan bide.

Elmanya hê yekser tevlî nav şerê li Sûriyeyê nebûye. Elmanya di nav koalîsyona şerê li dijî DAÎŞ’ê ya navneteweyî de cih girtibû û 6 balefirên keşfê yên Tornadoyê peywirdar kiribû. Sala borî piştî krîza bi rejîma Erdogan re, ew balefir ji Încîrlikê hatibûn rakirin û li balefirgeheke Urdunê hatibûn bicihkirin.