Êzidî paşeroja xwe nîqaş dikin

Li ser paşeroja Êzidiyan li Şengalê konferansek di van kêliyan de dest pê dike.

Di salvegera 6'an a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de li gel çalakiyên bîranîna qurbaniyan, li Şengalê konferansek tê lidarxistin.

Konferansa bi navê "Êzidî li paşeroja xwe digerin" li navenda Şengalê li gorî dema herêmê saet di 09:00 de dest pê dike.

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) pêşengiyê ji vê konferansê re dike.

Nûnerên saziyên rêveberiyê û parastinê yên Şengalê, wê li ser paşeroja Êzidiyan nêrînên xwe bînin ziman.

Ji qada navneteweyî jî gelek mêvanên konferansê hene.

Konferans wê heta êvarê bidome.