Êrîşa li Til Weridê bi berxwedanê hate tekbirin

Rojnamevan Rûken Cemal li Gundê Til Weridê têkildarî êrîş û bûyerên li gund rûdan, agahî parve kir.

Rojnamevan Rûken Cemal xwe gihand gundê Til Weridê yê yek ji gundên ku tim artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş dike, rewşa dawî ya li wir ragihand.

Rojnamevan Cemal diyar kir ku berî çend deqa ji Gundê Enekil Hewa û Til Mihemed ve dengê guleyan dihat û got: “Li gorî agahiyên ji welatiyan girtiye ku çeteyan hewl dabûn şevê din saet derdorî 10:00-11:00 êrîş bikin. Li ser bersivdayîna hêzên QSD’ê êrîş hate şikandin û çete neçar mane birevin.”

Rojnamevan Rûken Cemal diyar kir ku tevî agirbestê jî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Zirgan û heta Til Temirê bê navber dewam dike.

Ji şopên şer ên li nava gund dixuyê asta şer û berxwedanê nîşan dide. Her wiha di êrîşan de mal û jîngehên sivîlan ketober hatine topbarankirin.