Êrîşa bi ser Efrînê de wê Sûriyeyê bike dojeh

Rûsya ku bi 'peymanên Helebê û Astanayê' hesab dike komên cîhadîst bi destê Tirkiyê tasfiye bike, SÎHA'yên ku ji Îdlîbê rabûn êrîş bi ser Baregeha Leşkerî ya Himeynimê de birin ku Pûtîn li wir 'serfiraziya Sûriyê' ragihandibû.

Di rewşeke wiha de ku şerê navxwe yê Sûriyê ku beriya bi 7 salan dest pê kiribû û bûbû sedema mirina bi sedhezaran mirovan û koçberbûna bi milyonan mirovan Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku hevaltiya çekê bi El Qaîde (Heyet Tahrîr El Şam) re dike, bi ‘operasyona Efrînê’ ji senaryoyeke xwînî ku wê herêmê bide ber xwe, milikên xwe çikandin.

Li rojavayêbakur ê Sûriyê û li başûrêrojva yê Efrînê, ku cîranê Hatay û Kilîsê yê Tirkiyê ye, Idlib heye, ku ev çend roj in navenda nîqaşan e. Piştî ku ‘Bihara Ereb’ a bi Tartûsê dest pê kirî û xwe gihandî Sûriyê, ji ber sedema ku malxweyîtî ji komên cîhadîst re kiriye derdikeve pêş. Piştî ku rejîma Sûriyê bi desteke hewayî ya Rûs bi ser Idlibê de çûye ‘senoryaya dagirkirina Efrînê’ ya Erdogan dîsa hate rojevê.

Van demên dawî yek ji pirsa ku herî pir bersivê wê tê pirsîn wiha ye: ‘’Li dijî pêngava Idlibê ya Rûsya û rejîma Sûriyê Erdogan çima êrîşa bi ser Efrînê de anî ser masê?’’.

Piştî ku şerê navxwe yê Sûriyê dest pê kirî, Erdogan hewasa xwe ya limêjkirinê ya li Şamê û DAÎŞ’ê jî hewasa xwe ya li limêjkirina li Kobanê venedişart, navenda koordînasyona vê niyetê jî Idlîb bû. Terorîstên biyanî ku Enqerê îxracî herêmê dikir herî pir di ser xeta Idlibê re derbasî herêmên hundir ên Sûriyê dibûn. Beşekî mezin ên ‘Tirên MÎT’ê yên tije cebilxane dîsa di ser Idlibê re gihaştin ber destê komên çekdar. Beşek ji van çekan di cebilxaneyên DAÎŞ’ê de yên Reqa, Tebqa û Minbicê de hatibûn dîtin ku QSD’ê ew bi dest xistibûn.

Piştî ku Rûsya komên cîhadîst ên Helebê û derdora wê 15’ê Kanûna 20172an bi destê Tirkiyê anî Idlibê jî bû ‘keleha dawî ya komên Îslamî yên radîkal’. Di civîna Astanayê de ya Gulana 2017’an biryar di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de hate standin ku Idlib bibe ‘yek ji herêma bê şer a Sûriyê’’.

Rûsyayê bi peymana Astana û Helebê hesab dikir ku komên cîhadîst bi destê Tirkiyê tasfiye bike, SÎHA’yên ku ji Idlibê rabûn erîş birin ser Baregeha Leşkerî ya Himeynimê ku Pûtin ‘serfiraziya Sûriyê’ lê ragihandibû.

Artêşa Tirk ku li gorî peymana Astana li Idlibê bi cih bûbû, berovajî daxwaza Rûsya û rejîmê, ku diviya Heyet Tahrîr El Şam û Ehrar El Şam tasfiye bike, bi rengekî ku van koman jî vehewîne, ‘Artêşa Millî ku wê biçe sefera Şamê’ ragihand.

Beriya ku li Idlibê perdeya dawî were girtin, Erdogan ji bo mesajê bide civînên Soçiyê û Cinêvê û bibêje, ‘bêyî min hûn nikarin li masê rûnin’ vê koza di dest xwe de jî, bi êrîşa li ser Kurdan dixwaze bike şantaj ji bo wan hêzên ku rê nadin Tirkiyê.

Ji bo rawestandina operasyonên rejîma Sûriyeyê, Tirkiyeyê bi Sefîrên Bilind ên Rûsya û Îranê re hevdîtin kir. Ji ber ku encam ji van hevdîtinan derneket, Erdogan 15'ê Çileyê di kongreya partiya xwe ya Xarpêtê de fermana êrîşê da. Li dû dayina vê fermanê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ên li Îdlibê û artêşa Tirk li Hatay û Kîlîsê ketin nava liv û tevgerê. Sê rojên dawî ji Îdlibê bi rengekî bê navber li dijî gundên Efrînê top tên avêtin. Artêşa Tirk jî tank û maşînên zirxî sewqî ser sînor dike.

Pirseke din a bersiv jê re divê ew e; gelo Rûsyayê di berdêla veguhastina komên çekdar de ên li dora Hûms, Heleb û Şamê, peymaneke mîna dagirkirina Bab, Ezaz û Cerbalûsê bi artêşa Tirk mohr kiriye ku pêşî li êrîşa li ser Efrînê vedike?

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd dibêje, eger Rûsya pişta xwe bispêre Tirkiyeyê ev ê berjewendiyên Rûsyayê têxe nava rewşeke xetere.

"Dibe ku Tirkiye gefê li berjewendiyên DYA û Rûsyayê bixwe, berjewendiyên wan bixe nava rewşeke xetere. Ev hêzên navneteweyî jî dibe ku ji bo parastina berjewendiyên xwe bi hesas tevdigerin. Bi dîtina me, cihgirtina li cem gelên Rojhilata Navîn li berjewendiyên her du hêzan tê."

Pêvajoya piştî DAÎŞ'ê ku bi rizgarkirina Reqayê dest pê kir, ji bo derketina ji nava şer û şîdeta li Sûriyeyê, nîqaşên li ser pêvajoya siyasî zêde kir. Di rewşeke wiha de eger dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike dibe ku rê li ber pêvajoyeke bi rîsk a şerekî nû veke.

Dagirkirina Efrînê ku dikare hevsengiyan serûbin bike, wê bibe sedem ku komên selefî yên li Îdlibê di nava lepên Tirkiyeyê de man ji nû ve li gelemperiya Sûriyeyê derkevin holê û welêt veguherîne dojehê.

Rûsya ku li Îdlibê gaveke şaş avêt, eger bi Erdogan re li ser Efrînê bazariyê bike, ev ê bibe destpêka têkçûna polîtîkaya Rûsyayê ya li Sûriyeyê. Di êrîşa dijî Efrînê de, yê ku winda bike wê ne tenê Erdogan be...