Êlek Zeran ÎMF jî xiste nava fikaran

Fona Pere ya Navneteweyî (ÎMF) ji bo rêveberên Fransî yên ji nerazîbûnên gel xwe biparêzin, banga tedbîrgirtinê kir.

Şefê nû yê ÎMF’ê Gîta Gopînath bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê li ser pirseke têkildarî Êlek Zeran got: “Ya girîng ne li bendêbûna bilindbûna rîskên siyasî ye, eleqedarbûna  piştguhkirina vê nearamniyê ya rêveberên siyasî  ye.”

Her wiha ÎMF’ê bi daxuyaniyeke ku li Davosê kirî jî diyar kiribû ku ji ber çalakiyên Êlek Zeran texmînên mezinbûnê ya Fransa ya sala 2091’an hêdî dadikeve. Lê di wateyeke giştî de li cîhanê texmînên mezinbûnê jî daketine.

Li Frasayê bi mehan in Êlek Zer li qadan in. Heta niha gavên ku hikûmetê avêtî çalakvan nedane sekinandin, di asta netewî de dest bi civînan hatine kirin.

Di çalakiya dawî ya 19’ê Çileyê de 84 hezar kes tevlî bûbûn. Li dijî çalakiyan jî 80 hezar polîs û jenderme hatibûn erkdarkirin. Şideta polîdan yek ji nerazîbûnên sereke yên civakê ne. Heta niha ji ber şideta polîsan bi hezaran çalakvan birîndar bûne.